ENQERE - Nuriye Gulmen a ji ber parastina mafê xwe hat binçavkirin û berdan, diyar kir ku li vî welatî faşîzm tekoşîn û berxwedanê fêrî wan dike û wiha got: "Her ku ew êrîş bikin em dê bêtir fêrî berxwedanê bibin."
Nuriye Gulmen a hat îxrackirin û ji bo parastina mafê xwe tevî Semih Ozakça, li Kolana Yuksekê ya Enqereyê dest bi çalakiya greva birçîbûne kirin, di roja 10’an de bi lêdanê hatin binçavkirin. Piştî rojekê di bin çavan de man serbest hatin berdan. Gulmen û Ozakça, ku li dozgeriyê hatin berdan dîsa li cihê ku lê hatine binçavkirin daxuyanî dan. Gulmen, wiha got: "Bêyî sûcê zagona meş û xwepeşandanan çê bibe polîs dibêjin 'Na hûn nikarin li wir rûnên hûn rê dikgirin' û me binçav dikin. Hê sûc çênebûye me binçav dikin û sewqî Têkoşîna Bi Terorê re dikin. Pirsên li midûriyeta polîsan ji me hatin pirsîn pir talûke ne. Dibêjin 'Hûn çima hêj çalakiya xwe berdewam dikin?' Hemû sedem ev e."
Gulmen, anî ziman ku wan li Midûriyeta polîsan mafê bedengiyê parast li gel vê yekê pirsa "Hûn çima hêj di greva birçîbûnê dene" ji wan pirsiye. Gulmen, anî ziman ku tu gotinên wan ên ji polîsan re bêjin tune ye û wiha got: "Hêj me mafê xwe bi dest nexistiye. Karê me nedane me. Ji ber vê yekê em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin. Ji niha û şûnde jî em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Her çend mudaxaleyî çalakiyên me bikin jî em dê çalakiya gireva birçîbûnê berdewam bikin."
'EM BI LÊDANÊ HATIN BINÇAVKIRIN'
Gulmen, destnişan kir ku ew bi lêdanê hatin binçav kirin û wiha berdewam kir: "Dema em birin Midûriyeta polisan a Çankaya û em ji erebeyekê xistin erebeya din hindik mabû piyê min bişkandina. Em bi erdê re kaş kirin. Dema em li maşînê suyar kirin serê min xistin nava lingên min. Xwestin kelepçeya ters girê bidin. Lê hevalên me destûr nedan. Em dixwazin her kes helwesta polîsan zanibin."
EM DÊ TEŞÎRKIRINA WAN BERDEWAM BIKIN
Gulmen, da zanîn ku tu aliyê hiqûqî û zagonî yê binçavkirina wan tune û wiha got: "Dixwazin vê çalakiya me ya greva birçîbûnê asteng bikin. "Me di bin çavan de ava wan a bi şekir jî red kir. Em dê wan teşîr bikin û berdewam bikin.
Gulmen, destnîşan kir ku li ku dibe bila bibe heta mafê xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zilm û faşîzma wan têkoşîn û berxwedan ferî me kir. Me nezanîbû çalakiya greva birçîbûnê çiye. Lê mafê me ji destê me girtin û ev yek fêrî me kirin. Li vî welatî faşîzmê tekoşîn û berxwedan ferî me kir. Her ku zilm û zordariya wan li ser me bidome em tê dê bêtir teboşin. Em tu carî teslîm nabin."
Ozakça jî anî ziman ku ew rastî îşkenceyek dijwar hatin û wiha got: "Dixwazin komployê bînin serê me. Fermandê didin dozger. Dozger jî vê yekê pêk tînin. Ji ber ku me av û şekir red kir neçar man ku me derxin dozgeriyê. Yên ku me wekî terorîst bi nav dikin ew pêkanînên terorê li ser me dimeşînin. Em dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Teqez em dê bi ser bikekevin."