‘Em ê bi cil û bergên xwe qada Newrozê bixemilînin’

ŞIRNEX - Welatiyên ku endam û rêveberên HDP û DBP’î yên xebatên pîrozbahiya Newrozê li navçeya Cizîrê dimeşandin pêşwazî kirin destnîşan kirin ku ew ê bi cil û bergên xwe qada Newrozê bixemilînin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê rêxistinên DBP û HDP'ê û Parlementera Şirnexê Leyla Bîrlîk di çarçoveya xebatên pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê, çûn serdana welatî û esnafên taxa Konakê. Di serdanê de esnaf hatin ziyaretkirin û mal bi mal vexwedina pîrozbahiyê li gel hat kirin. Gel û esnafan ji serdanê keyîfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku Newroza îsal ji bo wan gelek girîng e.

Welatiyên ku li ser giringiya xurtkirina xebatên pîrozbahiyê sekinîn, dan zanîn ku ew ê bi cil û bergên xwe qada Newrozê bixemilînin. Zarokên taxê jî bi dirûşmên wek "Newroza Cizîra Botan pîroz be" û "Bijî Serok Apo" HDP û DBP’iyan pêşwazî kir.