DERSIM - Malbatên 11 endamen DHKC'ê ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin çalakiya greva birçîbûnê ya li Dersimê di roja 24’an de berdewam dike. Kemal Gun ê ketiye çalakiya gireva birçîbûnê diyar kir ku ger cenazeyên wan nede wan dê dest bi çalakiya rojiya mirinê bike.
Li Dersimê di 7'ê Mijdara 2016’an de operasyona hewayî pêk hatibû. Di operasyonê de 11 endamên DHKP-C'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin 24 rojin di çalakiyê greva birçîbûnê dene.
Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin li Qada Seyid Riza çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Ji malbatan Bavê Murat Gun Kemal Gun, 24 rojin bê navber çalakiya xwe berdewam dike. Bav Gun, anî ziman ku 24 rojin di çalakiyê de ye û hêj tu pêşketin tune ye û wiha got: "Der barê dosyayê de jî biryara veşartinê heye. Dozgerê Saziya Tipa Edlî dosya girtiye û şandiye dozgerê vir. Piştre dê çi bibe em nizanin. Heta niha 5 caran em hatin binçavkirin. Ez dê heta dawiyê çalakiya xwe berdewam bikim. Ger ku em cenazeyên xwe negirin em dê dest bi rojiya mirinê bikin. Hem zarokên me kuştin perçe perçe kirin û hem jî cenazeyên wî nadin me. Em dixwazin gorek kurê me hebe. Em tenê vê yekê dixwazin."