Hekîm li dijî tundiya li ser tendirûstiyê gotin ‘Na’

STENBOL - Odeya Tabîban a Stenbolê û TTB’ê bi munasebeta 14’ê Adarê Cejna Tibê meşiyan. Hekîman di meşê de diyar kir ku ew dê li dijî polîtîkayên tendirûstiyê di referandumê de bêjin ‘Na'.


Bi munasebeta 14’ê Adarê Cejna Tibê bi pêşengiya Odeya Tabîban a Stenbolê û Yeketiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) de meşek hat lidarxistin. Di meşa ku li Qada Tunelê li hevkombûn û heta Qada Galatasarayê pêk hat de pankarta “Em dixwazin di welatek demokratîk-laîk de bi aştî û hizurê karê xwe bikin” û dovîzên “Di tendirûstiyê de ji şîdetê re Na”, “di dema xebatê de ji mirinan re Na” û “ji tiba bêqalîte re Na” hatin hilgirtin.

Serokê Odeya Tabîbên Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez, Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Raşît Tukel, Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, gelek bijîşk û xwendekarên tibê tevlî meşê bûn.

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TENDIRÛSTIYÊ NA

Di meşa li Qada Galatasarayê bi dawî bû de Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Raşît Tukel axivî. Tukel, diyar kir ku li Tirkiyeyê xizmeta tendirûstiyê xirabûye û wiha got: “Em di demek ku tendirûstî bûye qada bazarê re derbas dibin. Ji bo gel xizmeta baş a tendirûstiyê bibînin divê polîtîkayên tendirûstiyê yên heyî bên guhertin. Di civakek demokratîk de dikare xizmentên baş ên tendirûstiyê bên dayîn. Em ê di referandumê de ji polîtîkayên tendirûstiyê de bêjin Na.”


Serokê Odeya Tabîbên Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez, da zanîn ku dema tendirûstiya civakî li pêş bû pêşiya gelek nexweşiyan hatibû girtin.
Piştî daxuyaniyê bijîşkan qerenfîlên bi xwe re anîn danîn ber Lîseya Galatasarayê û bi dirûşmeyên berz kirin çalakiya xwe bi dawî kirin.