Newroza Amedê dê bi ruh û peyama 2013'an bê pîrozkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Amadekar û Rêveberên HDP, DBP, KCD û TJA'yê li qada Newroza dîrokî ya Amedê daxuyanî dan û xwestin her kes bi ruh û peyama Newroza 2013'an Newroza 2017'an pîroz bikin. Berdevkê Koma HDP'a Osman Baydemir, diyar kir ku Manifestoya Azadiyê li vê qadê hat nivîsandin û wiha got: "Ger ku li ruhê Newraza 2013'an xwedî hatiba derketin di 2 salên dawî de ev qas zilim pêk nedihat. Newroza 2017'an dê bibe xwedîderketina ruh û peyama Newroza 2013'an." Li Mêrsîn Êlih, Riha û Kibrisê jî banga tevlêbûna Newrozê hat kirin.

Newroza Amedê dê di 21'ê Adarê de li Qada Parka Newrozê bi tevlêbûna sedhezaran bê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar, emdan û dêveberên HDP, DBP KCD û TJA'yê li Qada Parka Newrozê ku di 21'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û gelek rêveberên HDP'ê DBP, KCD û TJA'yê li herêmê lêkolîn kirin. Piştî li qadê lêkolin kirin daxuyanî dan. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku ligel hemû înkar, îmha, zext û zilmê gelê kurd dîsa Newroza xwe bi coşek mezin pîroz dike û têkoşîna xwe berdewam dike. Guven, anî ziman ku 33 navendan plansaziya Newrozê hatibû kirin, lê polîtikayêin AKP'ê destûr nedan û hatin qedexekirin û wiha got: "Gelê Şirnex, Cizîr, Nisêbînê li gel hemû qedexe û êrîşên dijwar Newroz pîroz kir û anî vê rojê. Kawayê hemdem di zindana Amedê de Agirê Newrozê geş kir. Zekiye û Berîtanan li qedexeyan guhdar nekir.

Guven, ani ziman ku yên Newrozê qedexe dikin dê taliya wan wekî ya Saddam be û dê tu kes nikaribe li pêş pîrozbahiya Newrozê bibin asteng. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8'ê Adarê di 21'ê Adarê de dakevin qada Newozê.

EM DÊ BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ NEWROZÊ PÎROZ BIKIN

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî bang li tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê kir û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8'ê Adarê 21'ê Adarê pîroz bikin. Jinan li gel hemû astengî û qedexeyan 8'ê Adarê pîroz kir û qad tije kirin. Divê bi heman ruhî em di 21'ê Adarê de jî Qada Newrozê tije bikin. Newroz berxwedan, serhildan û şoreş e." Gokkan, xwest her kes bi ruhê Semayan, Rozayan, Rahşanan Newrozê pîroz bikin."

Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Newroz bi salan e bi coşek mezin tê pîrozkirin. Heta niha tu qedexeyan nekarîbû pîrozbahiya Newrozê asteng bike. Dê niha jî tu astengî pîrozbahiya Newrozê asteng bike. Em dê dî li qadan bin. "

Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemîr jî xwest her kes bi ruhê Newroza 2013'an Newroza 2017'an pîroz bikin. Ji bo Newroza 2018'an bibe Newroza aştî, azadî û wekheviyê divê em bi ruh û peyama Newroza 2013'an dakevin qadan. Di Newroza 2013'an de gavên gelek mezin hatin avêtin. Manîfestoya Azadiyê li vê qade hat nivîsandin. Ger ku li ruhê Newraza 2013'an xwedî hatiba derketin di 2 salên dawî de ev qas zilim pêk nedihat. Newroza 2017'an dê bibe xwedîderketina ruh û peyama Newroza 2013'an. Em bang li hemû reng, kes, saziyên sivil partiyên siyasî dikin ku di 21'ê Adarê de li vê qadê dest bidin dest hev û Newrozê pîroz bikin.

LI ÊLIH"Ê BANGA NEWROZÊ


Li Êlihê Newroz dê di 21'ê Adarê de li Statyuma 16'ê Gulanê bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP'ê Nimetullah Erdogmuş Ayşe Acar Başaran, hunermend Koma Rosida, Azad Bedran û Agire Jiyan solisti Mervan Tan derkevin ser dikê. Newroz dê di navbera 12.00 û 17.00’an de bê pîrozkirin. Hevseroka HDP'ê Fatma Kapaligoz, bang li her kesî kir û xwest beşdarî Newroza dîrokî bibin û li dijî hemû zext û binpêkirinên mafan li qada Newrozê bêjin "Na"

Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Abdulbahri Karaagaç jî Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn piroz kir û wiha got: "Em dê di 21'ê Adarê de ji bo pêşeroja gelan û azadiya gelan bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin.

DÊ LI HER QADA RIHAYÊ NEWROZ BÊ PÎROZKIRIN

Rêveberên HDP û DBP'ê yên Rihayê qedexeya Waliyê Rihayê şermezar kirin û li avahiya HDP'ê ya Haliliye civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Ayhan, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Salih Yildiz, endam û rêveberên HDP'ê DBP'ê amade bûn. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, anî ziman ku qedexe ne li gorî ruhê Newrozê ne û ew dê li her qadên Rihayê Newrozê pîroz bikin. Hevserokê HDP'a Rihayê Bekir Karakeçîlî jî anî ziman ku ew dê li gel hemû astengî û qedexeyan pîroz bikin.

Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Ayhan jî anî ziman ku bi qedexeyan berxwedan û raperîna gelên Rojhilata Navîn asteng dikin û wiha got: "Zext û zordariyên li ser hemû partî, saziyên demokratîk berdewam dikin. Em dê li dijî hişmendiya qedexeyan Newrozê li her derê pîroz bikin. Tu kes nikare me asteng bike. Em dê li hemû gund, navçe û bajêr Newrozê pîroz bikin."


LI KIBRISÊ COŞA NEWROZÊ

Li Paytextê Lefkoşa ya Kibrisê jî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Kibrisê li Qada Îskele ya Kibrisê Newroz pîroz kir. Newroz bi tevlêbûna ciwan, saziyên sivîl ên civakî û sendîkayan bi muzîkê hat pîrozkirin. Li qada Newrozê pankartên “Bijî Newroz, azadî, şoreş, sosyalizm” hat vekirin. Komîteya Amadekar a Newrozê êrîşên KDP'ê yên li dijî Şengalê şermezar kir û bal kişand ser hilweşîna Cizîr, Sur, Nisêbîn 3u bajarên kurdan.

HDP'ê QEDEXEYÊN LI MÊRSÎN Û ANTALYA ŞERMEZAR KIRIN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Li avahiyê Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Mirza Mehmet Soylemez daxuyanî da û qedexeya Walitiyê şermezar kir.
Soylemez, anî ziman ku Newroz cejna gelan e û cejna gelan hatiye qedexekirin.

Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî ji ber ku Walitiyê Newroz qedexe kir li avahiya HDP'ê ya Kepezê daxuyanî da û helwesta Walîtiyê şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Îhsan Nergis anî ziman ku wan 15 roj berê serî li Walitiyê dabûn û walîtiyê di roja dawî de pîrozbahiya Newrozê li wan qedexe kir. Nergîz, anî ziman ku hikûmet ji ber ku ji qekîtiya gelan ditirse Newrozê li gelan qedexe dike û ev yek nayê qebûlkirin.

Li gel qedexeyan gel dê li Edene, Mêrsîn û Antalyayê di 21'ê Adarê de li qadan Piroz bikin.