AMED - Amadekariyên Parka Newrozê ya Amedê ber bi dawî ve diçin. Li nava bajar jî her kolan û tax bi rengê Newrozê hatin xemilandin. Maşîna banga Newrozê jî li kolanan digere û banga tevlêbûna Newrozê dike. Mêvanên ku ji welatên Ewropa û herêmên Bask, Katalonya hatin jî Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kirin.
Newroz dê îsal di 21'ê Adarê de li Qada Parka Newrozê bi hişyariya "Teqet Em dê Biserbikevin" bê pîrozkirin. Rêxistinên HDP, DBP, KDC, TJA li qadê û bajar amadekariya Newrozê berdewam dikin. Li Amedê ji bo bi tevlêbûna milyonan kesan Newrozê li Parka Newrozê pîroz bikin amadekarî bi lez didomin. Qada Newrozê bi al, afîş û Rengên Newrozê tê xemilandin. Qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin û tedbîrên mezin hatin girtin. Ji bo qada Newrozê 5 derî hatin amadekirin. Li pêş dikê barîkatên ewlehiyê hatin stendin. Dê 2 hezar kes qadê kontrol bike. Dê bi sedan tuwaletên seyar bên avakirin û îstasyonên bazê yên seyar bên danîn da ku xebekeya înternet û telefonan neyê qutkirin.
dê pergala deng ku xîtabî milyonan kesan bike bê avakirin. Pankarta Newrozê jî dê li qada ku her kes bibîne bê vekirin.
Li nava bajar jî maşîne li kolanan digere û banga tevlêbûna Newrozê dike. dîsa li gelek kolan û taxan pankart, afîş hatin vekirin.
HEYET HATIN AMEDÊ
Heyetên ku ji herêmên Bask, Katalonya, Fransa, Îtalya û Kolombiya hatin jî navenda Giştî ya DBP'ê ziyaret kirin.