Em destûr nadin cînayeta Elçî tev li faîlên mechûl bibe

AMED - Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ji ber aştî xwest hat qetilkirin û got: “Em destûr nadin cînayeta Elçî tev li yên faîlên wan nediyar bibe”

Baroya Amedê çalakiya heftane ya ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de, li Sûrê hat qetilkirin li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Baroyê pankarta ku li ser weneyê Elçî û silogana "Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin vekirin.Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê baroyê Cîgirê Serokê Baroyê Prz. Velat Alan, daxuyanî da û anî ziman ku Elçî ji ber ku aştî diparast hat kuştin. Alan da zanîn ku salek berê Elçî hat kuştin, û hêj der barê lêpirsîna dosyayê tu gav nehatiye avêtin. Alan, da zanîn ku hêj kujer nehatine dîtin û cezakirin û wiha got: “Heta ku kujer bên dîtin û darizandin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em destûr nadin ku kujerên Elçî winda bibin. Em destûr nadin ku dosyaya wî di nava dosyayên faîl nediyar de winda bibe. Em qet destur nadin ku Elçî tev li kesên kujerên wan nediyar bibe.
Em dê heta dawî şopdarê doza wî bin û em dê kujerên wî ronî bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.