Akademisyen Gulmen cara 5'emîn hat binçavkirin

ENQERE - Akademisyen Nuriye Gulmen ku ji peyvirê hat dûrxistin, cara 5'emîn ji bo mafê xwe xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne, lê dîsa bi lêdanê hat binçavkirin.

Akademîsyena Zanîngeha Selçûk a Konyayê Nuriye Gulmen ku bi biryarên KHK'ê ji peyvirê hat dûrxistin, ji bo mafê xwe biparêze cara 5'emîn hat binçavkirin. Gulmen, ji bo mafê xwe biparêze cara 5'emîn li Kolana Yukselê xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne. Gulmen ku xwest rûnê dîsa bi lêdanê hat binçavkirin. Gulmen, ji roja dest bi çalakiya rûniştinê kiriye heta niha 5 caran hat binçavkirin.