AGIRÎ - Rojnameger û nûçegîhana dîhaber Berîvean Karataş a ku li navçeya Panosê xebatên pirozbahiya Newrozê ya HDP û DBP’ê dişopand, rastî lêdana polîsan hat.
Rêveber û endamên HDP û DBP'ê yên navçeya Panosê bi boneya banga Newroza 21'ê Adarê li navçeyê belavok belav kirin. Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk û rêveberên HDP û DBP’ê dema li navçeya belavok belav dikir, nûçegîhana dihaberê Berivan Karataş rastî lêdana polîsan hat. Koma polîsan ku xwest xebatên HDP' û DBP'e asteng bike niqaş derketin. Karataş dema xwest rageşî û niqaşan bikişîne rastî lêdana polîsan hat. 3 polisan Karataş xistin nava xwe destûr neda wêneyan bikişîne. Piştî demekê niqaşan berdewam kir polîs ji herêmê dûr ketin û piştre bi maşîna li ser “Osmanlı Ocakları” nivîsandibûn ji nêzîk ve xebatên HDP’ê tacîz kir.