Ji Girtîgeha Rihayê 5 girtî sewqî Tekîrdagê kirin

RIHA - 5 girtiyên li Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê hatin kirin.

5 girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê hatin kirin. Girtî Şakir Bulbul, Ahmet Osman, Sekvan Uca, Denîz Ozbeş û Mehmet Erbey yên ji ber bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Adarê de ketin çalakiya gireva birçîbûnê şandin Girtîgeha Tekîrdagê.