Rojnaemger Eryigit li ser gora xwe hat bibîr anîn

EDENE - Rojnameger û nuçegîhanê DÎHA Volkan Eryigit ku dema li Edeneyê nûçe dişopand qezeya trafîkê derbas kir hat bibîrnaîn.


Malbat û hevalên Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê yê Edeneyê Volkan Eryîgît ku dena li Edeneyê di sala 2004'an de karwana hilbijartinê dişopand û qeza derbas kir, li ser gora wî ew bibîr anîn. Nûçegîhanê DÎHA Volkan Eryigît û Nûçegîhanê Evrenselê HAsan Îşler dema karwana hilbijartinê ya "Yekitiya Hêza Demokratik" dişopand qeza derbas kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Heval û malbata Eryîgît gora Eryîgît a li Goristana Kuçukoba ziyaret kirin. Li ker navê çapemeniya azad Bedreddin Karakaş, li ser gora Eryigit axivî û Eryîgît bibîr anî. Karakaş, anî ziman ku ew pênûs û têkoşina Eryîgît li erdê nahêlin û dê tekoşîna wî mezintir bikin.

Bavê Eryîgît Aydin Eryigit jî anî ziman ku her çend ew her sal kurê xwe bibîr bîne jî kurê wî her dijî û wiha got: "Kurê min û zanîna wî nemir e. Ji ber ku her dem li dijî faşîzmê serî rakir de her nemir be. Em dê têkoşina wî ya li dijî înkar, îmha û zordariyê her dem bilind bikin."