MÊRDÎN - 3 birayên li Tarlabaşiya Stenbolê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan li gundê Xeliliyan a Kerboranê li cem hev hatin definkirin.
Cenazeye 3 birayên bi navê Îsa, Vedat û Abdurrahman Şahîn ên li Tarlabaşiya Stenbolê di encama şewata li mala wan derket de jiyana xwe ji dest dan li gundê Xeliliyan a Kerborana Mêrdînê hatin definkirin. Malbata cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê girtin bi konvoyek wesayîtan anîn gund. Her sê bira li cem hev li Goristana Momin a Şex hatin definkirin. Wextê merasîma veşartinê dayika sê zarokan Fatma Şahîn ji ber êşa xwe xeriqî.
Malbat dê 3 rojan sersaxiyê qebûl bike.
MALBAT JI BER BÊDERFETIYÊ KOÇ KIR
Hat zanîn ku malbat Şahîn ji ber bêderfetiyê koçî Stenbolê kirine. Her wiha bav Ramazan Şahîn bi 4 zarokên xwe re çûye Stenbolê û dayik Fatma Şahîn jî bi zarokên xwe yên din vegeriyaye gund.