ÊLIH - Cihê Newroza Êlihê ya ku bi şîara “Em ê teqez serbikevin” dê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin hat guhertin û dê gelê Êlihê li Qada Newrozê, Newroza xwe pîroz bike.
Cihê pîrozbahiya Newroza Êlihê ku dê di 21’ê Adarê de bi şîara “Em ê teqez serbikevin” bê pîrozkirin wekî Qada Newrozê hat guhertin. Cihê pîrozbahiya Newrozê ku wekî Standyuma 16 Mayîsê hatibû diyar kirin hat guhertin û Qada Newrozê ya ku her sal Newroz lê tê pîrozkirin hat nîşandan. Ji bo pîrozbahiyê ji Walîtiya Êlihê destûr hat girtin.
Dê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, hunermend Koma Rosîda, Azad Bedran û ji Agirê Jiyan Mervan Tan tevlî pîrozbahiyê bibin. Pîrozbahî dê ji saet 12.00 heta 17.00 bidome.