ANTALYA - Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de ne sirgûnî girtîgehên Antalya û Alanyayê, 6 girtiyên zilam jî sirgûnî Girtîgeha Balikesîrê hatin kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê 18 girtî bi hinceta ku ji ber di 15’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirine sirgûnî girtîgehên cuda heinkirin. Ji 18 girtiyan 6 jin sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, 6 jinên din sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û 6 girtiyên zilam jî sirgûnî Girtîgeha Balikesîrê hatin kirin.
Navê girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hatin kirin wiha ye: Leyla Saruhan, Hacîre Çay, Amîne Abîş, Delal Çîftçî, Reyhan Yildirim û Gurbet Ozturk.