Li Licê pevçûn: Serpelek û çawişek pispor jiyana xwe ji dest da

AMED Di pevçûna operasyona li Licê de serpelek û çawişek pispor jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê pevçûn derketine. Di pevçûnên li gundê Zengesorê derketiye de serpelek û çawişek pispor jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku hinek leşker jî birîndar bûne.

Li 18 gundên Licê di 5’ê Adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di 16’ê Adarê de qedexe hatibû rakirin.