Yorukên Torosan ên AK Partî û MHP’î li dijî 'yekzilam in'

MÊRSÎN - Welatiyên Yoruk ê ku li çiyayên Torosan li benda biharê ne diyar kirin ku ew ê bi hilbijêrên AK Partî û MHP'ê re dê di referanduma 16'ê Nîsanê de dengê "Na" bi kar bînin.

Çiyayên Torosê ku bi daristanên çamê hatiye girtin û bi salan malovaniya çîrokên berxwedanê kiriye, îro bi rojeva gelê Yoruk ên ku ji bo ji gundên xwe qut nabin referandumê nîqaş dikin. Gelê Torosan li dijî pergala "yekmirovî" ya guhertinên Qanûna Bingehîn bêyî partiya xwe li ber çavan bigirin di fikirîna pêşereoj xwe de ne. Yoruk ku di hilbijartinên 15 salên dawî de deng dan MHP û AK Partiyê, ji ber gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan a kesên di referandumê de dengê "Na" bi kartîne "terorîste" bi bertekin.

'ÊDÎ BES E'

Welatiyê ji gundê Gozne Ramazan Dogan ku bi salane deng dida AK Partiyê hinceta xwe ya ku dê di referandumê de bêje "Na" wiha vegot: "Em naxwazin dema Abdulhamît careke din bijîn. Ez tenê ji bo rewşa hewayê bizanim ji bo du deqeyan TRT'ê vedikim. Çi dema vedikim dibêje bernameya taybet. em acizbûne êdî bes e. Min heta refa 2 ya dibistana navîn xwendiye. Heta duh pereyê teqawîtbûna Fethullah Gulen dewletê dida agahiya me ji van heye. Em ne zarok in, nikarin me bixapînin. Bi salan e min xwe li dijî rêveberiya AKP'ê berpirsyar hîs kir lê ez naxwazim piştgirî bidim vê guhertina ku dixwazin bikin."

Hilbijêrê AK Partiyê û welatiya gundê Ayvagedîgî Halîn Gur, da zanîn ku Komar teslîmî kesekê nayê kirin û wiha pêde çû: "Ji sala 2007'an heta niha ez deng didim AK Partiyê. Ji ber min her tim dihizirî ku AKP mexdûre min deng da. Ligel ku darbeya 15'ê Tîrmehê hatiye astengkirin jî em tu wateyê nadin îlankirina OHAL'ê û hêjî me guhertinên dixwazin bikin fêm nekiriye. Me gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim a 'emê zilamekê' hilbijêrin fêm nekiriye çima dê welat ji aliyê kesekê ve bê birêvebirin. Ez ê di referandumê de bêjim Na. Destûr dayîna rêveberiya zilamekî ne wijdanî ye."

Hilbijêrê AK Partiyê yê bi navê Selamî Oktay anî ziman ew li dijî pergala yekmirovî ye û wiha domand: “Min hemû madeyên guhertinan lêkolîn kirin, rêveberî, bûtçe, Meclîs û dadgeh dê hemû bikevin bin deste yek mirovî em vê famnakin. Bavê min be jî ez deng nadim pergala yekmirovî.”

Welatiyê bi navê Îbrahîm Turgut bi lêv kir ku ew hilbijêrê MHP’ê ye lê di referandumê de dengê “Na” bi kar bîne û wiha axivî: “Em helwesta Devlet Bahçelî qebûl nakin. Em dihizirin ku Bahçelî yan hatiye xapandin an jî rastî gefan tê. Beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê şensê MHP’ê yê ku bi AKP’ê re koalîsyonê ava bike hebû lê ava nekir. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê hatin betalkirin û pêkanîna hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî sûcê Bahçelî bû. Hikûmet berda valetiyê û piştre jî got dê muxalif be. Piştre jî ji sedî 50 windahî pêk hat. Niha jî li pey Tayîp diçe.”

Welatiyê bi navê Halîl Ay jî wiha axivî: “Di pêvajoya hilbijartinên 7’ê Hezîranê de Devlet Bahçelî li dijî pergala serokatiyê derket. Îro jî di pêkanîna referandumê de rol dilîze em vê wekî lîstik dibinin. Em fam nakin ku di nava siyasetmedaran de bazariyek çawa dizivire lê em ê di referandumê de bêjin Na. Ji ber em dibêjin Na mafê kesekê nîne ku me wekî terorîst nîşan bide.”

Ahmet Kanbal - dîhaber