Gelên Sêrtê dê di Newrozê de li qadê bin

SÊRT - Parlamentere HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim bang li gel ku tevlî Newroza Sêrtê bibin û wiha got: “Newroz berxwedan û têkoşîna Mazluman a li dijî zalimane. Em li bendê ne ku gelê Kurd, Ereb û Tirk tevlî Newrozê bibin.”

Newroza ku hat xwestin di 18’ê Adarê de li Sêrtê bê pîrozkirin ji ber walîtiyê desxtûr ne da dê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Gelên ku ji aliyên cuda yên li bajar li benda li derdora agirê Newrozê kombûnê ne, ji bo Qada Newrozê hemû amadekarî bi dawî bûn.

‘NEWROZ BERXWEDANA MAZLUMAN A LI DIJÎ ZALIM E’

Parlamentere HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, derbarê Newroza ku dê li bajar bê lidarxistin de axivî. Yildirim, diyar kir ku Newroz berxwedan û têkoşîna Mazluman a li dijî zalimane û wiha got: “Ez bang li gelê Sêrtê dikim. Em 21’ê Adarê roja Sêşemê li benda Newrozê ne. Em li benda hemû gelê li navend, navçe û gundên Sêrtê ne ku tevlî Newrozê bibin. Em xwedî li Newrozê derbikevin û bi hevre pîroz bikin. Gelê Sertê û hemû gelê kurd neviyên Kawa ne. Em hêviya Kawayê Hesinkarin. Newroz rojek nû ye. Dê gelê Sêrtê xwedî li vê ceja neteweyî û axa xwe derkeve. Werin em vê rojê jinû ve bidin destpêkirin. Em ligel mazlûman cih digirin û em ê ligel zaliman cih negirin. Ez hêvî dikin ku dê gelê Sêrtê roja Sêşemê li Qada Newrozê bi çoş û keyfxweşiyê Newrozê pîroz bikin. Em li bendê ne ku gelê Kurd, Ereb û Tirk tevlî Newrozê bibin.”

BANGA TEVLÎBÛNA JINAN

Rêvebera HDP’ê Ayten Elçîçek, bang li hemû jinan ku dakevin qadên azadiyê û wiha pêde çû: “Jinên Botanê bi taybet jinên Sêrtê ji bo em govenda azadiyê di 21’ê Adarê de bigerînin li Qada Newrozê bin. Em agirê Newrozê bi tîlîliyan pêbixin. Em li bendê ne ku hemû jinên Ereb, Kurd û Tirk bi rengên xwe tevlî Newrozê bibin.

‘EM LI QADA NEWROÊ BÊN CEM HEV’

Hevserokê HDP’ê yê Bajar Abdullah Çetîn jî Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha axivî: “Newroza îsal dê roja Sêşemê saet di 11.00’an de li qada Newrozê bê pîrozkirin. Em bang li gelê xwe yê li Sêrt, gundên Kurtalan, Eruh, Şîrwan, Pervarî, Tillo, Baykan dijîn dikin ku bi reng, ziman û tîlîliyên xwe tevlî Newrozê bibin û daxwazên xwe tevlî govenda Newroza 2017’an bikin. Ji bo ev Newroz bi çoş derbas bibe li gelê xwe yê Botan û Sêrtê, gelê Ereb dawetî govenda Newrozê dikin.”