Botan: Gever dê ji nûve vejînê nîşan bide

WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku dê tevlî Newroza Geverê ku hemû parlamenterên wê girtîne bibe diyar kir ku gelê Geverê ji Newrozê re amade ye û wiha got: “Gelê Geverê dê nîşanî hemû kesî bide ji xweliya xwe ji nûve vejîn dibe. Hewceyî banga tevlîbûnê tune ye ji ber em asta tevlîbûna gelê Geverê dizanin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku dê 21’ê Adarê tevlî Newroza Geverê ku hemû parlamenterên wê girtîne bibe diyar kir ku gelê Geverê ji Newrozê re amade ye. Par ji ber qedexeya li bajar Newroz tene li gund û bajarokên girêdayî wê hatibû pîrozkirin lê li bendê ye ku îsal gel bi girseyî tevlî Newrozê bibe.

‘GEVERÊ PEYAM DA DOST Û DIJMINÊN XWE’

Botan, da zanîn ku dewlet bi salane ji bo ji gelê Geverê tol bigire li firsendekê digeriyan û wiha got: “Dewletê hilweşînek mezin da jiyandin. Li dijî vê hilweşînê jî gelê Geverê seknek bi rûmet nîşan da. Gelê Geverê axa xwe terk nekir. Dema em bi Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş re hatin vir me ev dît. Li ser eleqeya zêde dewlet şaşwaz mabû. Gelê Geverê girêdan û çoşa xwe winda nekiribû. Ev nîşanî dost û dijmê xwe da û peyama xwe nîşan da. Gelê Geverê gelekî birûmet û qehremane.”

‘DI NEWROZÊ DE EM BIBIRYARBÛNA GEVERÊ BIBÎNIN’

Botan, anî ziman ku gelê Geverê dê Newrozê ji dil û bi girseyî pêşwazî bike û wiha pêde çû: “Wateya Newrozê ji bo gelê Geverê cudaye. Ji ber ku li vir hilweşînek mezin hat jiyîn, xwestin gel qirbikin lê Gever li dijî vê li ber xwe da. Newroz dê biryarbûna gelê Geverê nîşan bide. Dê girêdanbûna xwe ya bi nirxên xwe nîşan bide. Em li vir ji ber xwedî li nirxên xwe derketine û li berxwe dane spasiya gelê Geverê dikin. Ji bo roja Newrozê me hemû tedbîrên xwe girtine. Gelê Geverê ji Newrozê re amade ye û dê nîşanî hemû kesî bide ji xweliya xwe ji nûve vejîn dibe.”

Botan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hewce nîne ku em banga tevlîbûnê li gelê Geverê bikin. Ji ber ku em hestiyariya tevlîbûna gelê Geverê dizanin. Gelê Geverê girîngiya Newroza 2017’an baş dizanin û em dizanin dê bi vê hişmendiyê li qadan bin. Em bi rihetî dikarin bêjin ku dê gelê Geverê li qada Newrozê be.”