Piştî qedexeyê pevçûnên dijwar

AMED - Li bejahiya 9 gundên Licê yên qedexeya derve hat îlankirin, hat diyarkirin herêmê ji aliyê balefirên şer û helîkopteran ve tê topbarankirin û li herêmê pevçûnên dijwar tên jiyîn.

Piştî Walîtiya Amedê duh li 9 gundên Licê qedexeya derve îlan kir operasyona leşkerî ya hatiye destpêkirin berdewam dike. Herêmên çiyayî yên gundên Huseynik, Cinezur, Dêrxust, Nenyas, Sîsê, Hezan, Kerwas, Gir û Pîrik şevê din heta serê sibê bi top û obusan hatin bombebarankirin.

PEVÇÛNÊN DIJWAR TÊN JIYÎN
Di saetên serê sibê de jî balefirên şer û helîkopterên kobra herêm bombebaran kirin. Li gorî îdîayên şandinên bûyerê, di dema bombebaranê de 2 wesayîtên sivîlan jî hatin bombebarankirin û anîn rewşa nikarin bikarbînin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de, di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûnên dijwar tên jiyîn.

KETIN Û DERKETIN TÊN ASTENGKIRIN

Hat ragihandin ku di operasyonên ku roja duyemîn a qedexeyê didomin de windahî hene. Hat zanîn ku pevçûn herî zêde li herêmên Sîsê, Dêrxust, Cinezur û Kerwasê tên jiyîn û piştî balefir herêmê topbaran dikin leşker di bejahiyê de dikevin herêmê. destûr ji ketin û derketina sivîlan re nayê dayîn. Li herêmên ku qedexe didomin de ji hewa û erdê operasyonên leşkerî didomin.