ÇEWLÎG/WAN- Beriya Newrozê li Wan û Çewlîgê di serdegirtinên malan de 49 kesên ku di nav de mele, keya, hevserokên rêxistinên HDP'ê jî hene hatin binçavkirin.
Li Çewlîgê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevserokên HDP'ê yên Çewlîgê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. di serdegirtinan Hevserokên HDP'ê yên ÇewLîgê Zerrîn Berdîbek û Mahmut Bozan, endamên Meclîsa Şaredariyê yê DBP'î Cihat yildirim, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar Aydin Kaya, Selahattîn Demîrel, Cengîz Turhan, Turkan Kişin, Aydin Burcun û Selahattîn Burkankolu hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û 9 kes birin emniyetê. Operasyonên ku beriya Newrozê hatin kirin bal kişand.
LI EXEBÊ 40 KES HATIN BINÇAKIRIN
Li navçeya Ebexê ya Wanê jîbi ser gelek malan de hat girtin û di serdegirtinên hemwext de 40 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Hevserokê DBP'ê yê Ebexê Mehmet Nurî Urgen, Hevseroka DBP'ê yê berê Derya Gonul, 4 endamên meclîsa şaredariyê, meleyek û keyayek jî hene.
Kesên ku hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê tên girtin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn.