'Serokdewletiya tîpa tirk, nayê darizandin lê dikare darizîne'

ENQERE - Li gorî xalên 9 û 10’an ên di Qanûna Bingehîn de bên guhertin, Serokomar hem di serdema heywirê de hem jî piştî peywirê dê tu carî neyê darizandin lê dê karibe darizîne. Huqûqnasê Ceza Gunal Kurşun, diyar kir ku ev daxwaz bê erêkirin dê Serokomar neyê darizandin.

Bi fermana Serokomar Erdogan û hevkariya AK Partî û MHP'ê 18 xalên Qanûna Bingehîn ji bo guhertinê di meclîsê re derbas bûn û dê di hilbijartina referandumê de bên bijartin. Xalên 9 û 10'an têkildarî darizandina Serokomar û erka Serokomar a darazê ye. Daxwaza xala 9'an erka xala 105'an diguherîne. Li gori xala 9'an, ger ku der barê Serokomar de bi îdîasa sûc doz bê vekirin û rê li pêşiya Darizandina Diwana Bilind bê vekirin, divê bi destûra Meclîsê ya ji 3 paran parek be ango erêkirina 400 parlementeran be. Ev jî tê wateya ku erka Serokomar zêde dibe û lê nayê darizandin.

Xala 10'an jî erka xala 106'an a Qanûna Bingehîn duguherîne. Li gorî vê xalê jî Serokomar dê karibe alîkarên xwe hilbijêre. Dema cihê wî bi şeklekî vala bibe jî ew dê diyar bike ku kî dê bê şûna wî.

Têkildarî pêşniyara xalên 9 û 10'an Hîndekar û akademîsyenê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Çukurovayê Alk Doç. Dr. Gunal Kurşun, nerînên xwe parve kirin. Kurşun, anî ziman ku bi xala 9'an dê sûcên ku Serokomar di serdema peywirê de kirine bincil bike û destûra darizandin û cezakirinê ji holê rake. Kurşun, anî ziman ku di qanûna niha de tiştekî wisa tune û wiha got: "Li gorî vê xala berê serokomar ger ku sûcekî şexsî bike ew berpirsiyarê wî sûcî ye. -Minak ger ku Serokomar di serdema peywirê de kîra mala xwe nede, hiqaş bike û xwediye mala xwe bikuje, dê wekî welatiyekî Komara Tirkiye bê darizandin. Lê têkildarî erk û peywirê jî sûcekî bike, vê carê dikare ji sûcê îxaneta welat bê darizandin."

NIHA JÎ ...

Kurşun, bal kişand ser guhertina xala nû û wiha got: "Piştî ev xal bê guhertin, cudahiya sucê şexsî û sûcê erkê ji holê tê rakirin. Hemû sûcê bi peywirê ve girêdayî û ne girêdayi dê wekî sûc neyê dîtin. Kes nikare Serokomar darizîne. Sûcê ku bê kirin jî divê bi erêkirina 400 parlamenterên meclîsê bê darizandin. Heta biryara 400 wekîlan tune be Serokomar dê neyê darizandin. Ev jî ne pêkan e. Sûcê ku Serokomar di serdema Serokomariyê bike de dê wekî sûcê bi îxaneta welat re bê dîtin ji bo vê yekê jî dê destûra 400 wekîlan bê darizandin. Serokomar di serdema peywirê de jî û piştî peywirê jî dê neyê darizandin. Lê ev darizandin ji bo alîgir û cîgirên wî ne wisa ye. Dijberî vê yekê ye. Serokomar nayê darizandin. Lê cîgirên wî dê karibin bên darizandin.


KONTROL NE PÊKAN E

KUrşun wiha axivî: "Di rejîmên demokratîk de qural kîjan meqam be jî kes di çarçoveya rayeya xwe de hesab dide. Hesabdayîn bingeha civakekî demokratîk e. Ev guhertina ku tê pêşniyarkirin hem rayeyan di destekî de kom dike hem jî di warê berpirsyariya cezayê de jî kontrolê ji holê radike, kontrol nepêkan e."

ALÎKARÊN HEJJMAR Û WESFÊ WAN NEDIYAR

Kurşun têkîldarî madeya 10'emîn a pêşnûmeyê diyar kir ku hejmara alîkarên serokomar û wesfên wan nediyar e ev "nediyarbûn" jî ji îradeya serokomar re hatiye hiştin û wiha berdewam kir: "Qasî ku metna ku di referandumê de bê dengdan kesên ku dê alîkarên serokomar bin tenê bi şewirmendiya serokomar re namînin dê di heman demê de ev kes dê wekaletê ji serokomar re bikin û hemû rayeyên serokomar bi kar bînin."

'KESEN NEDIYAR DIKARIN BIBIN RÊVEBER

Kurşun diyar kir ku bi guhertinê re ger ku meqama serokomariyê bi sedemeke vala bibe dê alîkarên wî bên cihên wî û wiha got: "Di qanûna bingehîn a heyî de kesên ku ji serokomar re wekaletê bike Serokê Meclîsê ye. Serokê meclîsê di heman demê de ji ber ku parlamenter e hatiye hilbijartin. Di vî çarçoveyê de kesê ku dibin wekîlê serokomar jî dikare bê gotin wekî serokomar bêalî ye. Lê guhertin dike ku serokomar bêyî girêdayî pîvaneke be dê bê tayînkirin û ev alîkarên serokomar jî xwedî van wesfan nebin."

ALÎKARÊN SEROKDEWLET LI AMERÎKAYÊ JI ALIYÊ GEL VÊ TÊN HILBIJARTIN

Kurşun anî ziman ku ligel rexneyên ji bo pêşnûyema guhertinê hatin kirin jî hikûmet gotinên "Li Amerîkayê jî serokdewletî heye" bi kar tîne lê ev rast nînin. Kurşun got ku li Amerîkayê alîkarên serokdewlet jî wekî serokdewlet ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Kurşun nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Rayeyên aydî serokdewlet ancax bi vî rengî rewa dibin. Lê sîstema tê pêşniyarkirin de kesên nediyar ên ku hejmar û qesfên wan nediyar e. Mînak di demên dawî de wekî li Azerbaycanê serokdewlet çawa hevsera xwe kir alîkara xwe li Tirkiyeyê jî ev yek dikare pêk bê. Ger ku pêşnûme bibe qanûn divê em bersiva pirsa ku Tirkiye dê bibe Amerîka yan Azerbaycan em ji hilbijêran re bihêlin."

Denîz Nazlim / Selamî Aslan - dîhaber