Ala Kurdistanê li Kerkukê hat daliqandin, Enqere aciz bû

ENQERE - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî dema ku hat Tirkiyeyê ala Kurdistanê hate daliqandin lê al piştî ku li Kerkukê hat daliqandin Wezareta Karên Derve bi gotina "Hewldanên bi vî rengî zirarê dide çanda pir nasnameyî" nerazîbûn nîşan da.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî di 26'ê Sibatê de hate Tirkiyeyê û Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtin pêk anî. Dema serdana Barzanî de li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê û Balafirgeha esenbogayê ala Kurdistanê hate daliqandin. Lê ala Kurdistanê li Kerkuka ku li hundirê sînorê Herêma Federal a Kurdistanê de ye piştî ku hat daliqandin Enqereyê nerazîbûn nîşan da.

Sefîr û Berdevkê Wezareta Karên Derve Huseyîn Muftuoglu li hemberî daliqandina ala Kurdistanê ya li avahiyên fermî yên li Kerkukê nerazîbûn nîşan da.

Mustuoglu wiha got: "Hewldanên bi vî rengî zirarê dide çanda pir nasnameyî."