ENQERE - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim ji bo ku gel bibin qadên Newrozê bang li xwediyên wesayîtên taybet kir. Yildirim wiha got: "Ji bo serkeftina tevahî divê Newroz bê qezenckirin."
Newrozên ku di 2013-2015'an de nîşan da ku li Tirkiyeyê "Xeyala aştiyê nexwen e" îsal di pêvajoyeke krîtîk de tê pêşwazîkirin. Newroza ku beriya referandumê tê pîrozkirin dîsa dê bibe bersiva pêkûtî û êrîşên li dijî kurdan. Ji bo Newrozên Amed ê Wanê jî hemû amadekarî hatine kirin.
'DÊ GEL XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN'
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim bal kişand li ser girîngiya Newroza ku îsal bi slogana "Em ê teqez bi ser kevin" tê pîrozkirin û got ku ligel hemû astengiyan jî amadekariyên wan ên ji bo Newrozê bênavber berdewam dike.
LI CIHÊN KU DESTUR HATIYE DAYÎN JÎ ASTENGÎ HEYE
Yildirim ê ku li Wanê di nava xebatên Newroz û referandûmê de cih digire diyar kir ku bi nêzîkbûna Newrozê re pêkûtî û astengî jî zêde dibin û wiha got: "Îro li Wanê 25 kes hatin binçavkirin. Mêrdîn bi israr bersivê nade serlêdana me. Hevalên me yên xebatkar tên astengkirin û wesayîtên me tên desteserkirin. Li cihên ku destur tên dayîn jî astengiyên cidî hene."
yildirim destnîşan kir ku kurd li gorî wateya xwe Newrozê pêşwazî dikin û wiha axivî: "Ligel hemû astengiyan jî gelê me li taxa xwe li gundên xwe dist bi pîrozbahiyan kir. Pêkûtî kurdan asteng nake, kurdên ku bi salên 90'an ev yek nîşan dan dê îsal jî hînî kesên ku ev rastî fêm nekirine, bikin."
Yildirim diyar kir ku bi taybetî pîrozbahiyên li Amed û Wanê girîng in û wiha berdewam kir: "Ligel hemû hewldanên astengkirinê li Amed û Wanê amadekariyên me temam in. Tu pirsgirêka me tuneye." Yildirim ji bo ku gel bibin qadên Newrozê bang li xwediyên wesayîtên taybet kir û got ku divê welatiyên ku wesayîtên wan hene seferber bibin. Yildirim destnîşan kir ku salên borê wesayîtên şaredariyan, mînîbûsan bi dildarî gel dibirin qadên Newrozê lê îsal tên astengkirin lê ligel vê yekê jî gel dê vî pirsgirêkê derbas bike. Yildirim anî ziman ku ji bo serkeftina tevahî divê Newroz bê qezenckirin.