Xwişka Mazlum Dogan: Cirûska mêşa hat xewna li milyonan belav bû

STENBOL - Xwişka Mazlum Dogan Arîfe Dogan, diyar kir ku piştî şeva mêşa ku ronahî jê diçirûsî hat xewna wê, roja din birayê wê Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Beriya çalakiya xwe di guhê hevalên xwe de got 'Me tiştek ne ceriband, divê mirov zanibe dê çawa bimire'. Ocalan û hevalên wî peyama wî baş fam kirin. Peyama Mazlum gihişt milyonan."

Cejna Newrozê di cîhanê de wekî mizgîniya biharê tê zanîn. Di serî de ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn wekî "Cejna Berxwedanê" tê pîrozkirin. Li dijî zilma Zalim Dehak Kawayê Hesirkar bi agir û meşaleya pêxist peyama berxwedanê li hemû cîhanê belav kir. Li zindana Amedê jî pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, li dijî zilm û îşkenceya li girtîgehê û li ser gelê kurd dihat kirin, di 21'ê Adara 1982'an de bi 3 darikê niftikê agir berda bedena xwe û bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir. Ji wê rojê heta niha çalakiya Mazlum Dogan wekî çalakiya "Kawayê Hemdem" tê zanîn. Dogan, di roja Newrozê ku çalakî pêk anî de got "Teslimiyet dibe îxanetê û berxwedan jî dibe serkeftinê" banga berxwedanê kir.

Piştî vê çalakiyê Mazlum Dogan bû sembola berxwedana gelê kurd û Kawayê Hemdem Di şexsê Mazlum Dogan de Newroz bû sembol û îro li çar aliyê welat Agirê Newrozê ji aliyê milyonan ve tê geşkirin. Xwişka Mazlum Dogan Arîfe Dogan çîrok û jiyana Mazlum Dogan a li Zindana Amedê ji xweliyê ji nûve vejîn û jiyan ava kir vegot.

‘DI DIBISTANA NAVÎN DE DERS DIDA HEVALÊN XWE'

Xwişka Mazlum Dogan Arife Dogan, diyar kir ku 6 xwişk û bira ne û li gundê Yaşaroglu yê Mazgirta Dersimê ji dayik bûne û wiha got: “Bavê min xwendin pir merak dikir. Li gund mamosteyekî li 5 polan dinerî û bi hevre perwerde dikir. Ji bo zarok serkeftî bin li Dep'ê malek ava kir. Me dibistana navîn xwend. Li Depê dibistana navîn tune bû. Min û Serap (xwişka Mazlum) li Xerpêtê dibistana leylî xwend. Mazlum Fevzi, Delil jî li Depê dibistana navîn xwendin. Mazlum Dogan pir jîr û zane bû. Rojekê bavê min diçe dibistanê ji Midurê dibistanê Kemal Bey re dibêje ‘Mazlum, Fevzi û Delil di dersa matematîkê de bihêle. Nota hindik bide wan da ku bixebitin.' Lê midûr Kemal Bey ji bavê min re dibêje 'Mamo dema karê min derdikeve ez karê polî didim Mazlum. Mazlum li şûna min dersa matematîkê dide xwendekaran. Ez dê çawa Mazlum di dersê de bihêlim."

Xwşik Arîfe Dogan, anî ziman ku Mazlum, di pola dawî ya dibistana navîn de berî ezmûnê, li malê bi pêpelikê malê de çû û hat û wiha got: "Bi pêlelikên malê de derket û serbijêr daket. Min xwe pêre aciz kir. Min got 'Tu çima li dersê naxebite?' Sibê ezmûnate ya matematîkê heye' û min xwe pêre aciz kir. Piştî min xwe aciz kir midûr Kemal hat mala me. Bi milê min girt û ez derbasî hundir kirim. Min got ezmûna wî heye û li dersê nexebitiye. Midûr jî got 'Li şûna min dersê dide ger ku pêdiviya wî hebe dê bixebite'. Malzum zarokekî wisa jîr bû."

DI TEMENÊ BIÇÛK DE DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR

Xwişk Dogan, anî ziman ku Mazlum Dogan pir ji xwendina pirtûkan hez dikir û wiha got: “Mamosteyê wêjeyê hebû. Wê demê ji bo pirtûk ji me re anîn da ku em veşêrin. Bavê min jî ji bo wan veşêre ew di qanalê avê yên baxçe de veşartin. Piştî rewş asayî bû Mazlum çû pirtûk derxistin. Hin jê şil bûbûn û qeşa girtibû. Pirtûk derxistin ber tavê û pel bi pel zuha kir. Her dem di nava têkoşînê de bû.

‘DIGOT TU NEXEBITE TU BI SER NAKEVE'

Arîfe Dogan, destnîşan kir ku Mazlum Dogan û xwişka xwe ya din Serap Dogan dema li dibistana navîn dixwendin bi hevre çûn Eskişehirê û wiha lê zêde kir: "Dersê wan xerab bûn. Mazlum, digot tu çiqasî jîr û jêhatîbe ger ku tu nexebite tu bi ser nakeve. Li gorî asta xwe dixebitî. Dersên wî her dem baş bûn. Mazlum li Dersimê dibistana mamostetiyê xwend. Li wir bûyerên çepgir û rastgiran zêde bû. Wê demê Mazlum û hevlaên xwe hatin binçavkirin. Rastî îşkenceyê hatibû û piyê wan xistibûn felaqeyê. Piştre hatibûn berdan. Ji ber li Leyliyê diman hatibûn nivîngehê. Midûr digot sînorê Tunceli ter bikin. Wê demê erebe zêde tune bûn. Bi şev qet erebe tune bûn. Mazlum û hevlaên xwe bi şev bi peya derketin rê bi meş hatin Turişmekê. Bi şev li wir man. Piştre her kes diçim memleketên xwe. Piştre agahiya min jê çê bû. Min bi midûr reniqaş kir. Min got hûn mamoteyan diparêzin û li hinekan jî îşkence dikin.
Dema ez çûm cem midûr, midûr bang li polîsekî kir. Tevî polîs ketin hundir. Min got hûn cudahiyê dixin nava xwendekaran hûn zilmê û îşkenceyê li wan dikin. Me zêde niqaş kir. Mazlum û hevalên xwe li me guhdar dikirin. Dema em derketin derve ez hembêz kirim û got 'Te baş kiriye'. Piştre ew sirgûn kirin. Mazlum şandin Savaştepe û hevalên wî jî şandin cihekî din. Mazlum çû ku liv û tevger jî bi xwe re bir wir."

‘PERE JI BAVÊ MIN NEXWEST'

Arîfe da zanîn ku dema li Savaştepe leylî dixwend, Mazlum ji xwişka xwe re digot nameyê ji wîre dişîne tên xwendin û xwest name bişîne navnîşanek din û wiha behsa wan rojan kir: "Mazlum ji bavê min pere nedixwest. Pere ji min dixwest. Dema pêdiviya wî ij pereyan çê dibû pere ji min dixwest. Digot 'Tu keleha min e' Dema li wir bû bi pênûsa Mustafa Ekmekçi (rojnameger gazeteci) der barê midûrê dibistanê de nivîs dinivîsand. Wê demê bi pênûsa Mustafa Ekmekçî gelek nivîs kom kirin û weşandin. Gelek nivîsên wî jî wisa hene. Dema li Mala Mamosteyan a Savaştepe bû bi pênûsa Mustafa Ekmekçî nivîsandibû. Name ji bavê min re şandibû. Not li bin nameyê nivîsandibû. Digot ji bo ez vê nameyê bixwîm divê ez bidim ber agir:"

‘LI GEL HER TIŞTÎ LI HACETTEPE BI CIH BÛ'

Xwişk Arîfe Dogan, destnîşan kir ku dema xwest li gel Serap û Mazlum têkevin ezmûnê diçûn Enqereyê û wiha got: “Ez û Serap li mala gundiyê me diman. Ji ezmûnê re 5 roj mabûn. Bavê min ji min xwest ku Mazlum nebim cem kesî û wî li otelê bi cih bikim da ku li dersê bixebite. Wî odeyek yek kesî girt. Mazlum jî got "ez nikarim serê xwe bişom nikarim pêdiyên xwe pêk bînim. lê ez dê 5 rojan îdare bikim. Di roja dawî di got ez hinekî derkevim bigerm. piştî geriya zû hat malê û ji bo hişyar têkeve ezmûnê xwest razê. Dema xwest serê xwe bişo av diherikî, lê kanî xerabe bû. Ez heta serê sibê nerazam. Serê sibê westiyayî û seriyekî nerihet ketim ezmûnê. Nikarim pirsan bibersivînim mejiyê min rawestiya. Her kesî ezmûn bi nêvî kir, lê ez hêj di nêvî de me. Min çigare û heste ji beriya xwe derxist û min çigare xist devê xwe. Min çigare ters xist devê xwe û pêxist. Bala her kesî kişand û her kes keniyan. Min dît ku min ters pêxistiye. Min cigareyek din pêxist û ez fikirîm û min dest bi bersivandina pirsan kir. Li gel vê yekê beşa aboriyê ya Hacettepe Ekonomî qezenç kir."

XWEST BI HEVRE 2 DIBISTANAN BIXWİNE

Xwişk Dogan anî ziman ku Mazlum Dogan dixwest beşa Fen an jî Kimya bixwîne û wiha got: "Dema li Dibistana Mamostetiyê ya Savaştepe bû mamosteyê Dersa Milli Güvenlikê digot "Tu xwendekarekî jîr û zahen ye.
Tu ji bo pêşeroja vi welatî girîng e. Digot tu dest ji kîmya berde aboriyê bixwîne. Salek şunde Mazlum dîsa xwest têkeve sinavê û du dibistanan bi hevre bixwîne. Di vê navberê de şoreş pêş ketibû. Piştî şoreş ket rojevê dest ji ezmûnan berda. Di sala duyemîn de li ser navê kesekî din ket ezmûnê. Di beşa civakî de bi cih kir. Piştî hat astekê dest ji dibistanê berda û ket nava xebata şoreşê. Wê demê agahiya min jê çêbû. Min jî li enqereyê dixwend. Min û wî pir niqaş kir. Hevalek wî ya bi navê Suha hebû. Wê not digirt. Hem dibû alîkarê Suha û hem jî dibû alîkarê xwe. Suha hêj dibêje ez deyndarê Mazlum im. Suha jî dest ji dibistanê berda û çû. Dema me cenazeyê Mazlum wergirt, leşkerê ku li Amedê teslîm kir, ji bo Mazlum digot "Xwendekarê pola 4'an ê Aboriye ya Hacettepe ye. Heta pola dawî xwendibû. Ji ber ku ketibû ezmûnan û pol derbas kiribûn."


DAYIKA WÎ DI RADYOYÊ DE NAV BIHISTIYE

Dogan got ku li Xarpetê birayê xwe Delîl dîtiye û wiha berdewam kir: "Delîl jî wekî wî îlegal bûbû. Mamoste bû, îstifa kiribû. Dema ku em rastî hev hatin li wir hatin cem hev. Me hinekî sohbet kir. Ji min re gote 'xwîşkê dibe ku rojekî agahî bê malê bibêjin Mazlum hatiye girtin, xwedî dernekevin. Wekî ku agahiya we tuneye bikin. Ji ber ku dibe bi nasnameyeke din hatibe girtin'. Ji wê rojê piştre fikarek kete dilê min lê min negirt ser jî. Mazlum bi nasmameyeke din li girtîgehê de bûye.

Polîs tên bi ser mala me de digirin. Lê me nedizanî Mazlum di girtîgehê de ye. Lê wekî li malên din ên ku bi pêlavên herî diketin hundir nediketin mala me. Lİ mala me her tim derdixistin. Dayika min wê demê ji min re gote 'min radyo guhdar dikir wekî ku gotin Mahsum Dogan bi awayeke cemidiye hate dîtin, qala tiştekî bi vî rengî kirin. Ango nav wekî Mahsum fêm dike. Lê min jî ji dayika xwe re gota 'ma Mahsum li kû ye Mazlum li kû ye'. Radyoyê fîrara wî daye. Dayika min wisa fêm kiriye. Wê demê nasnameya wî aşkera bûye. Delîl ji ber vê wisa gotiye."

JI GIRTÎGEHÊ REVIYAYE

Xwîşk Dogan têkîldarî fîrara Mazlum Dogan a ji girtîgehê jî wiha axivî: "Xwe li betaniyê dipêçe û li hundirê qutiya çopê ya li hewşê rûniştiye. Hevalên wî, wê rojê heta êvarê çop avêtine ser wî. Lê êvarê leşkeran çop nebirine. Heta sibetirê Mazlum li hundirû çopê de maye. Li derve jî Delîl û hevalên wî li cihê çop avêtinê sekinînen. Lê leşkeran neavîtinê li cihê ku ew disekinin, avêtine ciheke din. Di vî navberê betanî hol bûye. Mazlum ji ber ku lingên wî tevizîye dema ji hundirê çopê derketiye refleks nîşan daye. Leşker dema ku diçin ferq kirine ku betanî dilive. Ji ber ku demeke dirêj li sermayê mayê nekariye bireve. Piştî wê rojê Mazlum deşîfre bûye."

'LI GIRTÎGEHÊ PÊKANÎNÊN TAYBET HEBÛ'

Dogan got ku piştî bûyera fîrarê Mazlum Dogan name nivîsandiye û agahiya ku li girtîgehê ye girtine û piştre çûne hevdîtinê. Dogan dest nîşan kir ku wan rojan li girtîgehan gelek pêkûtî hebûn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêguman rewşa wî ya li girtîgehê hevalên wî bêhtir dizanin. Lê li derve malbatan gelekî zehmetî dikişandin. Ji bo hevdîtinê diçin jixwe heta ku kabînan bibînin saniye diman. Hevdîtin qasî ku 'em baş in tu çawayî' berdewam dikin. Me nedikarî têkiliyekî daynin. Di bin zilm û pêkûtiyekî giran de bûn."

Dogan diyar kir ku dayik û bavê wê ji bo bikaribin biçin hevdîtina Mazlum Dogan li Amedê mal kirê kirine û her hefte diçûn hevdîtinê û wiha got: "Lê dema ku kesên derdiketin hevditînê rastî îşkenceyê dihatin. Girtiyan ji malbatan re gotine neyên hevdîtinê dema ku hûn tên em zêdtir zilmê dibînin. Lê Mazlum tu caran ji dayik û bavê min re tiştekî wisa negot. Piştî ku dayik û bavê min ji derve ji malbatan ev tişt bihist gotin me nekarî ku bibêjin Mazlum hûn zilmê dibînin em vî hefteyê neyên. Bi qestî ji wî re gotin kurê min em gelek li Amedê man em dixwazin hinekî biçin Depê. Em ê demekî neyên. Wisa veqetiyane. Lê dîsa li Amedê man."

XWÎŞKA WÎ DI XEWNA XWE DE DÎTIYE

Dogan got ku li ber deriyê girtîgehê yekî ji dayik û bavê wê de gotina "li hundir yekî jiyana xwe ji dest daye" bi kar aniye û wiha axivî: "Rasterast nekariye bibêje Mazlum. Ji ber ku derkenetiye hevdîtinê jî piştî hefteyekî ji dayik û bavê min re dibêjin." Dogan got ku şehadeta Mazlum Dogan di xewna xwe de dîtiye û wiha qala xewna xwe kir: "Di xewna min de Kesîre Yildirim û birayê wî yê biçûk hatin. Ji min re gote Mazlum dixwaze te bibîne. Min gote Mazlum li kû ye, berseva 'Mazlum li girtîgehê axaftinek kiriye. Di axaftinê de girîngiya wî fêm kirine, gule berdane û ji baskê wî xistine, ew bûye mêş' da min. Min jî jê re got baş e lê ez ê di nava ewqas mêşan de çawa fêm bikim ku kîjan mêş Mazlum e. Wê jî bersiva 'mêşa wî diyar e' da min. Ez bi vî rengî diçim. Di xewna min de bi rastî jî gelek mêş difiriyan. Di nava wan de mêşek hebû û tîrêj belav dikir, di hundirê wan tîrejan de jî pîrîskên zêr hebûn. Wisa tîrêjên xwe belav dikir li dora wî. Ez dixwazim bi wî re bi axivim lê ji ber ku xemgîn e naxive. Dema ku ez hişyar bûm min gote mêş baş e, sûdewar e, roj jî pîroz e. Ji ber vê yekê jî min digot dê ji bo Mazlum tiştên baş bibe. Lê ev şehadeta wî bûye. Piştre dema ku bavê min hat min fêm kir ku Mazlum miriye. Weteya wî ya piştre jî ronîkirina derûdorên xwe ye. Peyama ku li da .û, li wir ew mêşekî girîng bû."

'PEYAMA MAZLUM GIHÎŞT BI MILYONAN'

Dogan Bal kişand li ser girîngiya çalakiya Mazlum Dogan û wiha axivî: "Ez çûbûm derveyî welat, Maşallah hebû. Li wir ji min re gotibû ku nedihîştin em bi Mazlum re hevdîtinê pêk bînin. Lê navberekî MAzlum derxistibûn hewşê, xwest destê me bigire lê nehiştin. Li guhên kesên ku girîng didît gotina 'Me tiştek neceriband divê em mirinê jî bizanibin, ji guhê min re wisa got'. Maşallah hê jî dijî. Min Maşallah di televîzyonê jî guhdar kir lê qala tiştekî bi vî rengî nekir. Maşallah gote ev peyamek bû di esasê xwe de xwest yek çalakiyekî pêk bîne, lê ji ber ku yek ji me çalakiyekî bi vî rengî negirt ber çavên xwe Mazlum bixwe mecbûr bimîne û vî çalakiyê pêk bîne." Dogan diyar kir Ocalan peyama Mazlum Dogan baş girt, hevalên Mazlum peyama wî girtin û agirê Mazlum gihişt bi milyonan.

Sadiye Eser - dîhaber