Rojnamegerê alman wiha hat binçavkirin

AMED - Rojnamegerê alman Hinrich Schultze yê ku ji bo Newrozê bişopîne ji Almanyayê hat Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Rojnamgerê ku destên wî rakirin jor piştî demeke hat berdan.

Rojnamegerê alman Hinrich Schultze yê ku ji bo Newrozê bişopîne ji Almanyayê hat Amedê ji aliyê polîsan ve li semda Ofîsê hat binçavkirin. Polîsên ku rêveberên HDP û DBP'ê yên ku dawetiyeyên Newrozê bleav dikirin dişopandin Schulte dan rewastandin û birin ber wesayîta zirxî. Rojnameger Schultze li vir destê wî rakirin jor û li wesayîtî siwar kirin.

Nûçegihanê me Bîlal Gundem ê ku nûçe dişopand jî polîsan xwestin wî bin çav bikin. Piştî ku gel nerazîbûn nîşan da polîsan Guldem berdan.

Rojnamegerê alman piştî nivî saetan piştî ku HDP'ê ketin navberê hate berdan.