COLEMÊRG/WAN - Ji bo pîrozbahiya Newrozê li Colemêrg, Gever û Wanê xebat didomin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan ê li Colemêrgê ye diyar kir ku dê gelê Colemêrgê xwedî li îradeya xwe derkevin û gel vexwend Newrozê.
Li Colemêrgê ji bo pîrozbahiya Newroz a ku bi rojan e amadekarî tê kirin destûr hat dayîn. Newroz dê li taxa Bîçerê sibehê bê pîrozkirin û ji bo pîrozbahiyê Komîteya Amedakar a Newrozê li avahiya DBP'ê daxuyanî da û diyar kir ku dê sibehê saet di 11.00'an de bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan li vir axivî û got ku amadekariyên teknîkî temam bûne û wiha berdewam kir: "Ji bo qada Newrozê pirsgirêk hebû. Di encama hevdîtinên me de cih wetî qada Otogarê hate diyarkirin. Sibehê saet di 11.00'an de em li benda gelê xwe ne. Tedbîrên Pêwîst hatiye dayîn. Di warê çûn û hatinê de pirsgirêk tuneye."
Botan da zanîn ku 3 parlamenterên Colemêrgê û hevşaredar girtî ne û ji bo ku colemêrgî xwedî li îradeya xwe derkevin beşdarî Newrozê bibin.
Li navçeya Geverê jî ji bo Newroz a dê li Stada Nû bê pîrozkirin belavok ji aliyê Komîteya Amedekar a Newrozê hate belavkirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî beşdarî xebatê bû. Pİştî ku belavok hatin belavkirin welatî û siyasetmedar derbasî qada Newrozê bûn. Dîlek Ocalan li vir axivî û diyar kir ku dê geverî sibehê hemû li qadê bin.
Newroza Geverê sibehê saet di 10.00-15.00'an de bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Ahmet Yildirim, hunermend Pinar Aydinlar, Adil Şerzat û hunermendên herêmî bê pîrozkirin.
WAN
Li Wanê jî rêveberên TJA, HDP û DBP'ê ji bo xebatên Newrozê bi gel re hatin cem hev û çûn serdana senafan. Parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim jî beşdarî xebatê bû. Li taxêr SUrmelî û Xaçortê gel eleqeyeke mezin nîşan dan.
Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî li taxa Sîpanê tevlî xebatan bû û rastî eleqeyeke mezin hat.