AYDIN- Li navçeya Nazîlliyê di operasyonan de 20 xwendekar hatin binçavkirin. Li tevahiya bajar di nava 3 rojan de 56 kes hatin binçavkirin.
Beriya Newrozê operasyonên binçavkirinê didomin. Li navenda û navçeyanên Aydinê di nava 3 rojan de 56 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Nazîlliyê ya Aydinê serê sibehê di serdegirtinan de 20 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Dİ serdegirtinan de gelel belgeyên xwendekaran hatin desteserkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Bajar.