STENBOL - Komiteya Amadekar a Newroza Stenbolê ji bo li 3 qadan Newrozê piroz bike serî li walîtiyê dabû. Lê Walîtiyê tenê ji bo qada Kartalê destûr da. Komîteya Amadekar bang li her kesî kir û xwest coşa Newrozê ya li taxan biherikînin Qada Newrozê ya Kartalê û xwest her kes berê xwe bide Newroza Kartalê.
Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê, ji bo li 30 navçeyên Stenbolê Newrozê pîroz bike bernameya pirozbahiya Newrozê diyar kir. Komîteyê ji bo bi girseyî Newrozê pîroz bike plan kiribû ku li 3 navendan pîroz bike û ji bo 3 qadan seri li Walîtiyê dabû. Piştî çend saet ji pîrozbahiye re ma, Walîtiyê ji bo Qada navçeya Kartalê destûr da. Piştî Walîtiye ji bo Qada Kartalê destûr da, amadakeriyên ji blo sibê dest pê kir.
Komîteya Amadekar a Newrozê dê sibê (21 Mart) saet di 11.00’an de dest bi pîrozbahiya Newrozê bike û saet di 15.00’an de bi dawî bibe. Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu û Parlamenterê HDP'e Garo Paylan jî di navde dê gelek endam û rêveberên HDP û HDK'ê yên navendî li qada Newrozê cihê xwe bigirin. Dê gelek nûner, rêveber û endamên saziyên sivîl, komele û sendîka jî beşdarî Newrozê bibin. Dê hunermendên suprîz jî beşdarî Newrozê bibin. Dê ji gelek navendên navçeyan maşîne bên rakirin û mirovan bibin qada Newrozê. Dê herî kêm 400 kes qada Newrozê biparêzin û ewlehiya pîrozbahiyê bigirin. Komîteya Amedakriya Newrozê daxuyanî da û bang li hemû gelê Stenbolê kir û xwest coş û kelecana Newroza tax û navçeyan bikişînin Qada Newroza Kartalê. Komîteyê xwest xebat û kelecana bi rojan li taxan û kolanan tê kirin biherikînin Kartalê û coşa Newrozê li Kartalê derxin asta herî jor.
Walîtiyê destûr nedabû ku Newroz di 19'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê Newroz bê pîrozkirin. Li ser vê yekê Komîteyê diyar kir ku gel dê li hemû navçeyan Newrozê pîroz bike û her derê bikin qada Newrozê. Komîteye ji bo Herêma Yekemîn xwest li Qada Kartalê ya Taxa Hamîtiye ya Sultanbeylî, Ji bo Herêma Duyemîn li Qada Rêyên Bejayî ya Gaziosmanpaşa û ji bo Herêma Sêyemîn jî bo Qada Metro û Kuçukçekmece serî li walîtiyê dabû.