3 jinên belavok belav kirin hatin binçavkirin

WAN- Li navçeya Erdîşê 3 jinên ku belavok belav dikirin hatin binçavkirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku dê sibehê bê pîrozkirin Wekîla Hevşaredara Erdîşê Guler Avci, Endama Meclîsa Şaredariyê Guler Yilmaz û rêveera DBP'ê Dîlan Dogan belavok belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

3 jinên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin emniyetê.