Binçavkirina Rojnameger Demîr ji Soylu pirsîn

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî binçavkirina nûçegîhanê me dîhaberê Hayri Demîr ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.


Rojnamegerê me yê dîhaberê yê Enqereyê Hayrî Demîr, di 16'ê Adarê de hat binçavkirin. Hayri Demir, hêj di bin çavan de tê girtin û der barê dosyaya wî de biryara veşartinê heye. Demir ku hêj dernexistiye dozgeriyê û hêj li midûryeta polîsan tê girtin. Li bendê ye ku Demîr 2 roj şûnde derxe dozgeriyê. Hat zanîn ku di çarçovya dosya Demîr de kesê bi navê Emrah Dogan jî hatiye binçavkirin. Dogan jî birin midûriyeta Polisan a Yalovayê. Demîr ku bi îdîaya xebatên "PKK/KCK'ê meşandiye" hatiye binçavkirin agahî ji dosyaya wî nayê girtin.

JI WEZÎR SOYLU PIRSÎ

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê binçavkirina nûçegîhanê me dîhaberê Hayri Demir de pirsname da Wezîrê Karên Hundir Soylu. Îrmez, ji bo Soylu bibersivîne ev pirs dan meclîsê.

*Rojnameger Hayri Demir bi kijan hincetê hat binçavkirin?

*Der barê rojnameger Hayri Demir de tu biryarên binçavkirin û girtinê heye ? Ji bo îfade bide banga wî ya miduriyeta polîsan kiribûn?

*Rojnamegerê ku bi fikir û pênûsa xwe rojnamegeriya muxalif dike çima weki sûcdar tê dîtin û şeveqê bi ser mala wî de digirin û binçav dikin?

* Girtin û binçavkirinê wekî zext û zorê ya bişaftin û tundiyê li ser rojnamegeran pêk tînin. Gelo binçavkirina Hayrî Demîr perçeyê vê polîtîkayê ye? Çima hûn ji rojnameger Hayri Demir ditirsin?

* Hayrî Demîr ku tê zanîn ji bilî karê rojnamegeriyê tu karê din nake çima der barê dosya dozê de biryara veşartinê danîne? Gelo dixwazin berê binçav bikin û piştre sûcekî li ser wî binivisin?

*li Tirkiye heta îro çend rojnameger girtî ne.? Sedema girtina van rojnamegeran çiye?

* Li Tirkiye binçavkirin û girtina rojnamegeran darbeya li dijî mafê gelan ê agahîstendinê ye. Li Tirkiye gelek rojnameger girtîne. Hûn vê rewşa ku ji bo Tirkiye wekî şermê ye çawa şirove dikin?