Ege ji bo Newrozê amade ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Egeyê ji bo Newrozê amadekarî temam bûn. Li îzmîr, Manîsa, Aydin û Muglayê komîteyên amadekar ji bo cih û saetên pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin.

ÎZMÎR

Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê û Serokê DBP'ê yê DBP'ê Suleyman Gunduz ji bo pîrozbahiya Newrozê agahî da û wiha got: "Em dixwazin sibehê jin, kedkar, zarok, feminîst û hemû gelan li qadê bibinin. Em bi coş û rengên xxwe dixwazin têkoşîna xwe xurt bikin. Sibehê saet di 14.00'an de em ê li qada Gundogduyê bin, agirê Newrozê ji Egeyê heta Amedê bi berxwedanê geş bikin." Gunduz diyar kir ku ew ê li qadê bixwe ewlehiyê pêk bînin. Gunduz destnîşan kir ku bi hefteya ne amadekariyan dikin sibehê li qada Gundogduyê agirên Newrozê veguhere meşaleyeke mezin.

MANÎSA

Hevserokê HDP'ê Behçet Parilti diyar kir ku xebatên wan ên Newrozê di heman demê de ji bo referandumê jî xebatek e û wiha axivî: "Em di xebata Newrozê de pêvajoya siyasî ji gelê xwe re parve dikin. Parlamenterê me Ercan Ataş, endama MYK'ê Emîne Beyza Ustun dê beşdar bibin. Li qada Newroçê pankart û afîş hatin daliqandin."
Halkların Demokratik Partisi (HDP) Manisa İl Eşbaşkanı Behçet Parıltı, Newroz çalışmalarının aynı zamanda

Parilti got ku heta saeta dawî jî dê xebatên xwe bidomînin ligel hemû pêkûtiyan jî dê li qadan bin û wiha berdewam kir: "Em ê sibehê saet di 11.00-15.00'an de li Qada Bazarî ya Nû ya li taxa Fevzî Çakmak bin. Em ê ewlehiya xwe pêk bînin. Bila gelê me rehet bin. Kesek qadê vala nehêlin. Newroz cejna vejîn û berxwedanê ye. Em ê jî têbikoşin û teqez bi ser kevin."

AYDIN

Li Aydinê jî Newroz dê li taxa Osmanyozgatlı ya navçeya Efelerê bê pîrozkirin. Li bendê ye ku bi hezaran kes beşdarî mîtînga Newrozê bibin.

MUGLA

Li taxa Akkentê ya navçeya Mîlasê ya Aydinê jî Newroz dê li Bazara Girtî bê pîrozkirin. Serokê Komîtiya Amadekar a Newrozê Burhan Goru diyar kir ku rengê Newrozê dê veguhere "Na" û wiha axivî: "Her sal li dijî zilma Dehaq bi berxwedana Kawayê Hesinkar agirî Newrozê ku em pêdixin îsal jî em ê bi coşeke mezin pêxin. Em ê yek perestiye bi agirê Newdozê bişewitînin û jiyana azad û demokratîk ji gelê xwe re bînin." Goru xwest hemû kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.