AMED - Li Zaningeha Dicle xwendekarên ku Newroz pîroz kirin ji ber bi kurdî fîkandin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Dicleyê li pêş Fakulteya Hiqûqê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Xwendekarên ku xwestin Newrozê piroz bikin, ji ber srûda “Çerxa Şoreşê” bi fîkandinê anîn ziman rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleya xwendekaran de gelek xwendekar binçav kirin. Bi dehan polisan êrîşî xwendekaran kir û bi dehan xwendekar binçav kirin. Xwendekarên din jî dîsa kom bûn û siloganên "em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û êrîş şermezar kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polisan a Amedê.