Amedekariyên Newroza Cizîrê didomin

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ji bo pîrozbahiyên Newroza sibê amadehî hatin ber bi dawîbûnê. Hat ragihandin ku dê ji 3 noxteyan wesayît ji bo qada Newrozê biçin û bên.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê amadehiyên pîrozbahiyên Newroza sibê diyar berdewam dikin. Endamên rêxistinên DBP û HDP yên navçeyê îro jî bi komeke ku tê de Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Parlementerê HDP’ê yê Êlihê M. Alî Aslan, siyasetmedarê kurd Selîm Sadak û Hevşaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak jî heyî çûn serdana esnafên bajêr. Di serdanê de belavokên "Na" hatin belavkirin û bangawaziya beşdariya Newrozê hat kirin. Esnafan di ziyaretê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û dayikên HDP û DBP’iyan pêşwazî kirin jî wiha axivîn: “Em ê bi rihê berxwedanê beşdarî Newrozê bibin.

DÊ JI 3 NOXTEYAN WESAYÎT RABIN

Piştî ziyareta esnafan Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mesût Nart daxuyaniyek kurt da û derbarê amadehiyên sibê de ev agahî dan: “Ji bo pîrozbahiyê hemû xebat amade ne. Pîrozbahiya Newrozê dê li taxa Konakê pêk were. Divê hemû gelê Botanê bi rihê berxwedanê dakevin qada Newrozê. Ji bo gel derbasî qada Newrozê bibe dê li ber avahiya HDP’ê, Termînala navçeyê ya li taxa Yafesê û herêma Kasaphaneyê ya taxên Cudî û Sûrê wesayît rabin.”

Parlementer û endamên DBP û HDP’ê piştî daxuyaniyê ji bo amadehiyan derbasî taxên Cûdî, Nûr û Sûrê bûn.