MÛŞ - Walîtîya Mûşê, pankarta ku gotina hunermend Yilmaz Guney a "Teqez em dê bi ser bikevin" ku di Newroza sala 1984'an de anibû ziman li ser hatiye nivîsandin, bi hinceta "Fermana PKK'ê ye" qedexe kir û destûr neda ku li qada Newrozê bê daliqandin.
Walîtîya Mûşê, destûr neda pankarta ku "Teqez em dê bi ser bikevin" li ser hatiye nivîsandin li qada Newrozê bê daliqandin. Walîtîya Mûşê, bi hinceta pankarta ku gotina hunermend Yilmaz Guney a "Teqez em dê bi ser bikevin" ku di Newroza sala 1984'an de anibû ziman li ser hatiye nivîsandin, "Fermana PKK'ê ye" qedexe kir. Walîtiyê qedexe kir ku pankart li Qada Îstasyonê ku Newroz lê bê pîrozkirin bê vekirin.
Walîtiyê nivîs ji Komîteya Amadekar a Newrozê re nivîsand û diyar kir ku ev gotina fermana PKK'ê ye. Lê Yilmaz Guney di sala 1984’an de di Newroza Enstitüsuya Kurd a Parisê de li ser dikê anîbû ziman. Walîtiyê diyar kir ku dê pankartên "Na" jî nexin qada Newrozê. Li Mûşê ajokarê maşîna ku banga hilbijartinê ya HDP'ê dike jî di saetên serê sibê de hatibû binçavkirin.