MÊRDİN - Taxa Kanîka ya ku hemû avahî hatine hilweşandin, welatiyên ku piştî 8 mehan çûn malên xwe diyar kirin ku ji bo hesinan mal, tax û navçeyên wan hatiye hilweşandin.
Li taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî 8 mehan qedexe bi qismî rabû welatî çûn malên xwe. Îbrahîm Nezîrê 65 salî yê ku mala wî hatiye hilweşandin li ser molozên mala xwe axivî û wiha got: "Min di şert û mercên zor de mala xwe ava kir. Di avakirina mala min de keda 25 salan heye. Di vê xakê de mala min hebû lê niha kevir li ser kevir nehiştine."
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Nezîr diyar kir ku hêzên dewletê mizgefta xereb nîşanî wan didin û divêjin, "Ev mizgeftê ji aliyê teroristan hatiye hilweşandin' û wiha axivî: "Em ne terorîst in ne jî vê mizgeft me hilweşandiye. Wan ev mizgeft bi tank û topan hilweşandine." Nezîr anî ziman ku hêzên dewletê wek salên 90'an êrîş pêk tîne û wiha pê de çû: "Piştî ku mala min xirakirin, min binçavkirin. Di bin çavan de ji bo ez bibim sîxûr min tehdît kirin. Di salên 90'an de dixwestin ku em bibin cerdevan niha jî dixazin em bibin sîxur. Lê em tu caran qebûl nakin. Çiqas bi ser me de bên em ê zêde berxwe bidin."
'JI BO HESINAN HILWEŞANDIN'
Yûsûf Bayar ê ku bi salan li Erebîstana Sudî di înşaetan de xebetiye û li taxa Kanîka ji xwe malek du qat avakiriye diyar kir ku kolanên taxê û mala ku ew bi salan jiyana xwe berdewam kirine niha ji holê rabû ye. Bayar diyar kir ku şûna mal, kolan, rez û baxçe yan moloz mane û wiha dawî da axaftina xwe: "Ev taxa di nava hêşînayî de bû. Darên hinar, tirî û hêjîran hebû wan jî rakirine. Ji bo hesinan mal,tax û navçeya me hilweşandin."