KONYA - Li Konyayê welatiyên diyar kirin ku ew ê bi semayê agirê Newroza "Em ê teqez bi ser bikevin" pêxin.
Li Konyayê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi slogana "Em ê teqez bi ser kevin" sibehê bê pîrozkirin. Newroz dê li Bazara Înê ya Konyayê bê pîrozkirin û amadekarî hatin temamkirin.
10 HEZAR BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Dİ çarçoveya amadekariyan de heta niha 10 hezar belavok hatin belavkirin, li 6 navçe û 80 gundan xebat hatin meşandin. Li bendê ye ku gelek welatî beşdarî Newrozê bibin. Ji bo ewlehiya qadê ekîbekî ji 50 kesan pêk tê hate avakirin.
Dîsa tenê seyarfiroşên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatine diyar kirin bikevin qadê.
Serokê HDP'ê yê Konyayê Erol Şen bang li hemû welatiyan kir û xwest beşdarî Newrozê bibin. Şen wiha axivî: "Em ê hêviyên xwe li qadên Newrozê xurtir bikin. Ligel êrîş û şerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn em ê di azadiyê de israr bikin."
'EM Ê RUHÊ 8'Ê ADARÊ BIGIHÎNIN NEWROZÊ'
Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Zozan Yelîz Yildirim jî diyar kir ku jinên ku têdikoşin ji rojên zehmet derbas dibin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku têkoşîna me ya jinê ya ku me xurt kiriye AKP dixwaze veguherîne sîstemekî yekperest û navendî. Em ji bo cu coşa 8'ê Adarê bigihînin Newrozê li qadê qadê bin."
Agirê Newrozê û semayêh ku li Konyayê digihîje hev her sal Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Konyayê di heman demê de veguhere hevdîtina gelan.