Otobusa 'Na' ya HDP'ê hat desteserkirin

AMED - Li Amedê otobusa referandumê ya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Polîsan li Amedê otobusa HDP'ê ya referandumê desteser kirin. Otobusa ku li Amedê tur davêt ji aliyê polîsan ve bi hinceta ku di nav de kesekî lêgerîna wî heye hate desteserkirin. Ajokarê otobusê Ferhat Dalmizrak jî hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Li otobusê lêgerîn tê kirin.