AMED - Newroza Amedê dê sibê di 21'ê Adarê de bi silogana "Teqez em dê bi ser bikevin" li Parka Newrozê ji aliyê sed hezaran ve bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê bi dawî bûn. Ji niha de ji dervê welat û nava welat mêvan û heyet hatin Amedê. Dê li qadê bi 20 ton êzîngan agirê Newrozê geş bikin.
Amed îsal dîsa ji bo di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bike amade ye. Amad, amade ye ku bi pêşwazikirina sed hezaran mirov bi coşek mezin li Parka Newrozê, Newrozê pîroz bike. Wekî her sal dê Newroz li Parka Newrozê bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bê pîrozkirin. Newroz îsal dê bi silogana "Teqez em dê bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Ji niha de mêvan ji çar aliyên bajarên Tirkiye û dervê welat berê xwe dan Amedê. Ji bo şopandina Newroza îsal 367 rojnamegeran ji bo akrediteyê serî li Komîteya Amadekar da. Heyetên biyani yên Bask, Katalonya, Îtalya, Norveç, Fransa, Îskoçya, Swêd, Kolombiya û Almanya ji bo şopandina Newrozê hatin Amedê. Gelek heyetên niştecîhî û biyanî bi rojan in ji bo Newroza Amedê bişopînin li Amedê ne. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, diyar kir ku ji niha de heyetên ji Bask, Katalonya, Îtalya, Fransa, Îskoçya, Swêd, Norveç, Kolombiya û Almanya ji înîsiyatifên çep û sosyalîst, rêxistinên jin û ciwanan hatine Amedê. Tunç, anî ziman ku heyetan Sûr ziyaret kir û li Amedê geriyan û ji ber nekaribûn biçin cihê hatine xerakirin ziyaret bikin ji gel nerîn stendin.
Gelek dostên kurdan ji dervê welat hatin. Her kes dixwazin coşa Newroza kurdan ji nêv ve bişopine. Me ji bo pêxistina Agirê Newrozê 20 ton êzîng amade kiriye.
Xebatên dikê û teknîk bi dawî bûne. Ji bo protokolê diken cuda hatiye avakirin. Dîsa ji bo ragihanidin û kişandina înternet û telefonan îstasyonê bazê yên seyar hatin avakirin. Dê ji 5 deriyan gel têkeve qaa Newrozê. Ewlehiya qada Newrozê dê ji aliyê 2 hezar peywirdar ve bê parastin. Hemû pêdiviyên xwexwarinê dê bê temînkirin. Ji bo paqijiya qadê jî amadekarî hatine kirin. Ji bo jin û mêran 130 lavaboyên seyyar hatin bicih kirin."
QAD JI BO PÎROZBAHİYA NEWROZÊ AMADE YE
Komîteya Amadekar a Newrozê qada pîrozbahiyê dîsa kontorl kir û lêkolîn kirin. Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Ruken Akça, diyar kir ku bi rojan e amadekariyên wan didomin û wiha got: "Xebatên me yên pîrozbahiya Newroza Amedê temam bûne. Parka Newrozê ji bo pîrozbahiyê amade ye. Em dê tevî gel li Parka Newrozê agir pêxin. Ji niha de bi hezaran kes ji dervê welat û bajarên derve hatine Amedê. Ji bo pîrozbahiya Newrozê destûra Fermî hat stendin. Em bi hevre li qadê Newrozê pîroz bikin. Agir geş bikin û azadiyê biqîrin."
Akça, anî ziman ku Newroza Amede pir girîng û watedar e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di Newroza 2013'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama çareseriya demokratîk bi milyonan re parve kir. Ji bo aştiyek mayinde û demokratîk pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin. Lê ev pêvajo ji aliyê hikûmet û serokomar ve hat xerakirin. Di 2 salên dawî de şer pêş ket û mirov hatin kuştin. Divê ev Newroza 2017'an bibe destpêka aştî û serkeftinê."
GEL DAWETÎ QADÊ KIRIN
Komên ku ji endam û rêvberên KCD, TJA, HDP û DBP'ê pêk dihatin li tax û kolanan geriyan û gel dawetî pîrozbahiya Newrozê ku sibê li Parka Newrozê pêk bê kirin. Heyet, li qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) kom bûn û li nava Sûrê banga tevlêbûna Newrozê kirin û belavok belav kirin. Heyet tevî def û zurneyê li kolana Gazî û Melik Ahmet geriyan û esnaf ziyaret kir. Di ziyaretê de komê bê navber siloganên "Newroz pîroz be" û "Bijî Newroz" berz kirin. Heyete dema ligel banga Newrozê belavokên 'Na' belav kir ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Heyetê piştî li nava esnafên Sûrê geriyan li Parka Anit a pêş watîtiyê kom bûn û govend gerandin. Kom piştre derbasî qada Ofisê bûn û eznafên ofîsê ziyaret kir. Heyet piştre derbasi navçeya Rezan bû û eznafên Rezan ziyaret kir.
LI ÊLIH Û DERSIMÊ JÎ BANGA NEWROZÊ HAT KIRIN
Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên ÊLihê jî ji bo sibê li avahiya DBP'ê ya Êlihe daxuyanî dan û bang li her kesi kirin ku tev li Newroza sibê bibin. Hevserokê DBP'a Êlihê Abdulbari Karaagaç, bang li gelê Êlihê kir ku sibê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û wiha got: "Em dê saet di navbera 12.00 û 17.00'an de Newrozê pîroz bikin. Hemû gelê me dawetî ye. Ji bo Newroza sibê dik hat avakirin û qad hat amadekirin.
Li Dêrsimê jî dê sibê saet di 11.00'an de li Qada Seyid Riza Newroz bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP'ê û rêveberên EMEP'ê ji bo banga pîrozbahiya Newroza sibê li nava esnafan geriyan û banga tevlêbûna Newroza sibê kirin.
Dê sibê Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Mehmet Turkmen, Endramê MYK'ê yê ESP'ê Îlke Başak Baydar, Şaredarê Mazgirtê Tekin Turker û hunermend Hivda Gokel dê derkevin ser dikê.