NAVENDA NÛÇEYAN- YPG, ragihand ku wan û Rûsyayê di warê binkeya leşkerî ya dê li Efrînê li hev kiriye. Li gor peymanê, dê artêşa Rûsyayê şervanên YPG'ê di warê teknîkên modern ên şer de perwerde bike.
Hat ragihandin ku YPG û Rûsya di warê avakirina binkeya lşekerî ya li Efrînê li hev kirine. Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, têkildarî peymana binkeya leşkerî wiha got:
"Li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê hebûna artêşa yekîneyên Rûsyayê, di encama peymaneke di navbera hêzên me û artêşa Rûsyayê de pêk hatiye. Li gor peymanê dê li dijî terorê li vû tevgerek hebe û dê artêşa Rûsyayê perwerdehiya leşkerî bide şervanên me. Rasterast têkiliyên me bi Rûsyayê re hene. Dê Rûsya di warê teknîk û rêbazên modern ê şer de piştevaniya hêzên me bike.
Ev gav li Sûriyeyê gaveke pozîtîf a li dijî terorê ye. Piştî hêzên me li dijî terorê xw eîspat bikin, dê gelek hêz alîkariya yekîneyên me bikin û dixwazin bi me re hevkariyê bikin."