Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemir serbest hat berdan

AGIRÎ - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir a li têketina Bazîdê wesayîta wê hat rawestandin û hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir, dema ji bo xebatên Newrozê çû Bazîda Agiriyê li têketina navçeyê hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Taşdemir a bi hinceta "endamtiya rêxistina terorî" der barê wê de biryara zevtkirinê hat dayîn, ji bo 5 dosyayeyên cuda parêzî kir.