'Ji bo 'Na'yeke hêzdar em ê li qada Newrozê bin'

MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, banga beşdarbûna Newroza Qoserê kir û wiha got: "Ji bo em 'Na'yeke hêzdar biqîrin em ê tevî gelê xwe li qadê bin."

Dê sibê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Newroz bê pîrozkirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar jî di nav de, rêveberên HDP û DBP'ê li navçeyên Dêrik û Qoserê xebat bi rê ve birin. Heyeta ku li navenda navçeyê bi gel re hatin gel hev, bang li her kesî kirin da dakevin qadan. Paşê heyet li avahiya HDP'a Qoserê civîneke çapemeniyê çêkir.

Sancar ê li ser navê heyetê axivî, diyar kir ku wateyeke taybet a Newroza îsal heye û got, divê teqez her kes li qadan be. Sancar wiha axivî: "Dê Newroz li dijî rûxandina bajarên me, girtina hevşaredar, parlementer û hevserokên me firsendeke girîng be. Newroza îsal bi referandûmê re dibe yek. Em mecbûr in ku li qada Newrozê wateya 'Na'yeke hêzdar nîşan bidin. Ji ber vê divê em vê Newrozê bi coşeke mezin û serbilindî pîroz bikin. Ji ber vê Newroza Qoserê girîng e. Helbet dê çavê her kesî li Newroza Amedê be, lê bi qasî wê Newroza li Cizîr û Qoserê jî girîng e. Ji bo em 'Na'yeke hêzdar biqîrin em ê tevî gelê xwe li qadê bin. Ev 'Na' li dijî hemû polîtîkayên çewisandin û zilmê ye. Em bang li her kesî dikin da dakevin qadê."