Sara Aktaş tahliye bû

STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Sara Aktaş, hat tahliyekirin.

Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin Sara Aktaş, di rûniştina doza xwe ya 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat tahliyekirin. Di rûniştinê de parêzerên Aktaşê amade bûn. Aktaş beyanên xwe yên berê dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir.

Paşê meqama îdiayê mutala berpêşî dadgehê kir, ji ber lêkolîna materyalên dîjîtal bi dawî nebûne, berdewamiya girtina wê hat xwestin. Parêzerên Aktaşê Banu Guveren û Keziban Yilmaz jî beraeta muwekîla xwe xwestin.

Piştî parêziyan, navbera hat dayîn. Heyeta dadgehê piştî navberê biryara tahliyeya Aktaşê da. Dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û heftê 3 caran dayîna îmzeyê serbest breda.