Li Edene û Tekirdagê agirê Newrozê hat vêxistin

EDENE/ TEKIRDAG - Li Edeneyê, 3 roj e gel li gel hemû astengî û mudaxileyên polîsan jî li ber def û zirneyan agirê Newrozê vêxistin. Li Tekirdagê jî xwendekarên Zanîngeha Namik Kemalê li peravê hatin gel hev û Newrozê pîroz kirin.

Li Edeneyê li gel hemû astengiyên Walîtiya Edeneyê û mudaxileyên polîsan jî, ev 3 roj e agirê Newrozê gur dikin. Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Firat û Barbarosê yên navçeya Seyhanê welatiyên li kuçeyan hatin gel hev, bi pêşengiya jinan agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan tevî lastîkan, qoltix û çekyatên xwe yên kevn jî daxistin kuçeyan û şewitandin û li ber def û zirneyê govend gerandin.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Girseya ku li ser mudaxileyê ji qadê vekişiya, vê carê jî li noqteyên cuda agirê Newrozê vêxistin.

Her wiha ciwanan ku ji bo Newroza dê sibê li Xaçerêya Karasu ya Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê pîroz bikin, platformek ava kirin, platform ji aliyê polîsan ve hat rakirin.

XWENDEKARAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST

Danê êvarê xwendekarên Zanîngeha Namik Kemalê ya Tekirdagê j, hatin gel hev û agirê Newrozê vêxistin. Xwendekarên ku li peravên Degirmenê hatin gel hev, li dor agirê Newrozê bi stranan govend gerandin.