Li Sêrtê cenazeyê 2 karkerên din jî hatin derxistin

SÊRT- Di cinayeta karî ya li Şîrwana Sêrtê de, cenazeyê 2 karkerên din jî hatin dîtin.

Li Şîrwana Sêrtê di cinayeta karî de ya li madena sifirê pêk hat de, ji 16 karkerên di bin axê de man cenazeyê dudoyên din jî hatin dîtin. Berê jî ji biniya hezazê 8 cenazeyê karkeran hatibûn derxistin. Ji bo yê 6 karkerî jî xebatên lêgerînê didomin.