MÊRDÎN - Dayika 3 zarokên ku li Stenbolê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan Fatma Şahîn diyar kir ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş bû wan berê xwe daye Stenbolê û mirin bûye para zarokên wê.
Malbata Şahîn beriya salekê ji ber rewşa aborî ya malbatê neçar ma ku ji gundê Xelîliyan ê navçeya Kerborana Mêrdînê berê xwe bidin Stenbolê û ev çûna malbatê bi şewitîna 3 zarokên malbatê bi encam bû. Beriya çend rojan li Tarlabaşiya Stenbolê zarokên bi navê Abdurrahman, Vedat û Îsa yên malbata şahîn di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Dayika her 3 zarokên bi navê Îsa, Abdurrahman û Vedat Şahîn ên ku li Tarlabaşiya navçeya Beyoglu ya Stenbolê şewîtin û jiyana xwe ji dest dayîn, Fatma Şahîn bi barîna hêstirên çavan qala her 3 kurên xwe û serpêhatiya malbata xwe kir.
'SALA 1994'Ê JI BER GULEYA LEŞKERAN KUREKÎ MIN BIRÎNDAR BÛ'
Dayîk Şahîn diyar kir ku, ji salên 90'î û pê de qeza û bela ji malbata wan kêm nebûne û wiha axivî: "Di sala 1994'an de kurê min yê bi navê Abdulhemîd dema li derdora qereqola gund dilîst gule pê ve teqiya û çavek û destekî xwe winda kir. Pişt re sala borî kurê min yê ji wî biçûktir nexweşiya tansiyonê lê peyde bû ew jî felc bû. Niha jî xwezûrê min jî ji ber felcê li erdê ye. Ez hem li zarokên xwe dinêrim, hem jî li xwezûrê xwe dinêrim. Ez ji ber xwezûrê xwe ji Stenbolê hatim û min zarokên xwe li wir hiştin. Pişt re ev kareset bi serê min hat û kezeba min şewitî."
'JI BER REWŞA ABORÎ ME BERÊ XWE DA STENBOLÊ'
Dayik Şahîn da zanîn ku ji ber rewşa wan aboriyê nebaş bûye berê xwe dane Stenbolê û wiha domand: "Em pir feqîr bûn û em naçar bûn bixebitin, lê li gund derfetên me yên xebitînê nebûn. Ji ber wê me berê xwe da Stenbolê. 16 zarokên min hene û ez li gund bi xwedîkirina sewalan debara mala xwe dikim. Ez mecbûr bûm biçim û bixebitim. Keça min Katîbe li ber birayên xwe bû lê ji bo nan bîne çûbû firoşgehê. Wê demê çi çêbûbe ez nizanim. Agir bi malê ketiye û 3 zarokên min tê de şewitîne. Xwedê neyîne serê kesê, kezeba min şewitî bila ya kesekî din neşewite."
Dayik Şahîn a dema qala zarokên xwe dikir hêsir ji çavên wê dihatin xwarê wiha domand: "Bila çavê xerîbî û feqîriyê kor be. Zarokên her kesî li ber dilê wê şîrîn in, lê hema Îsayê min delalê li ber dilê min bû û keyfa mala me bû."