ENQERE - Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê yê berê Faruk Unsal, got ji ber pirsgirêka kurd komek rêveberiya komeleyê xistiye destê xwe.
Di lijneya giştî ya awarte ya MAZLUMDER'ê de 16 şaxên komleyê bi dengên delegayan hatin girtin, gelek endam hatin îxrackirin, li şûna Serokê Giştî Faruk Unsal, Serokê Şaxa MAZLUMDER a Stenbolê Ramazan Beyhan hat hilbijartin. Her wiha bi guherandina tuzukê re, Navenda Giştî veguhastin Stenbolê.
Ahmet Faruk Unsal ê beriya lijneya giştî Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê bû, ji dîhaberê re axivî.
Unsal wiha axivî: "Piştî têkildarî pirsgirêka kurd dawî li pêvajoya diyalogê hat, li bajarên kurdan pêvajoyeke pevçûnî dest pê kir. MAZLUMDER ji destpêkê ve her digot divê pirsgirêka kurd bi pêvajoyên siyasî bê çareserkirin. Piştî pêvajoya pevçûnan dest pê kir, me rapora binpêkirina mafan a her du aliyan jî amade kir. Tewrekî adil û bêalî hat nîşandan. Hin şaxên me xwestin ne kirinên dewletê lê em yên rêxistinê derxin pêş. Tabî piştî me zimanê xwe neguherand, ev veguherî nerihetiyekê û lijneya giştî ya awarte bi vê nerihetiyê dest pê kir."
'BI KHK'YÊN XWE BI HEZARAN KEDKARÊN ME JI KOMELEYÊ AVÊTIN'
Unsal diyar kir ku koma ku tewra wan a ji bo prisgirêka kurd rexne dikirin wiha digotin: "Em kirinên dewletê nebînin, ji xwe mafê dewletê ye ku şidetê bi kar bîne, lê em kirinên rêxistinê binivîsînin." Unsal anî ziman ku piştî vê rewş întiqalî daraza bûye û wiha domand:
"Mafê daxwaza lijneya giştî ya awarte, li gor rêziknameya me bi îmzeya ji pêncan yekê pêkan e. Lê îmzeya endaman a ji pêncan yek jê nehat. Yanî pîraniyê bi dest nexistin. Tenê 192 delegeyan îmze anîn. Li gor rêziknameya me ne qanûnî ye ku em mafê endaman bidin delegeyan. Em çûn dadgehê, lê dadgeh bi awayekî tevlîhev ligel rêziknameya me û qanûna hemdem jî biryar vegerand dij me. Me serî li temyîzê da, lê bêyî li benda temyîzê bê sekinandin hiqûq hat binpêkirin û lijneyeke giştî ya awarte çêkirin. Em vê rewşa fiîlî nerewa dibînin. Li MAZLUMDER'ê derbeyek çêbû. 15 şax hatin girtin. Bi hezaran endamên me hatin îxrackirin. A rast 28 Sibatê hat serê me. Hin şaxên kêmbar şaxên me yên zêde girtin. Çawa ku bi KHK'yan bi hezaran mirov ji kar hatin avêtin, di 19'ê Adarê de jî hevalên dest danîn ser rêveberiyê bi hezaran kedkarên me, endamên me ji komeleyê avêtin."
Her wiha Unsal got, rapora ku wan derbarê pirsgirêka kurd de amade kiriye, hikûmet pê aciz bûye.
'POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ Û KOMA NÛ DIŞIBIN HEV'
Unsal têkildarî nîqaşên "polîtîkayên hikûmetê û polîtîkayên koma nû yên rêveberiya MAZLUMDER'ê bi xistine destên xwe dişibin hev ya na" jî wiha got: "Ji xwe ev zaf zelal e."
Unsal, têkildarî pêvajoya ji niha û şûnde jî wiha got: "Em ê mekanîzmayên huqûqî bi kar bînin. Heke pêvajoyên huqûqî di aleyha me de derkevin, em ê tevî hevaln binirxînin. Helbet dê bi awayekî têkoşîna mafên mirovan bidome, înşelleh em ê nîvçe nehêlin."