Di 'rêziknameya revandina cenazeyan de' biryara dawî

ENQERE - Wezareta Dadê guhertina xala rêvebirnameya der barê veşartina cenazeyan a "Ger ku cenaze neyê nasîn divê di nava 3 rojan de li goristana bêkesan bê definkirin" îtiraz kir. Lê ev îtîraz ji aliyê Şewira Dewletê ve hat redkirin Şewira dewletê got "Karê wezaretê ewe ku xizmetê bide saziya tipa edlî. Ne şeklê definkirina cenazeyan e."

Li bajarên herêmê gelek cenazeyên malbatên kurd ên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, ji ber ku nayên teşhîskirin li goristanên bêkesan tên definkirin. Di 7'ê Çileya 2016'an de di rêvebirnameya Saziya Tipa Edlî de guhertin hat çêkirin. Di guhertinê de hat diyarkirin ku “Ger cenaze di nava 3 rojan de neyê naskirin û girtin dê li goristana bêkesan bê definkirin." Wezareta Dadê ji bo têgeha "3 rojan" ji rêvebirnameye bê derxistin li Şewira Dewletê itîraz kir. Lê şewira dewletê ev îtîraz bi hinceta "Karê wezaretê ewe ku xizmetê bide saziya tipa edlî. Ne şeklê definkirina cenazeyan e" û red kir. Wezaretê piştî îtîraza wê hat redkirin vê carê serî li Lijneya Daîreyên Îdarî ya Şewira Dewletê da. Lê dîsa itîraz hat redkirin.

Parêzerên malbatên Ayhan Seviktek û Mehmet Oran Prz. Nuray Ozdogan û Prz. Sertaç Ekincî ji bo malbat cenazeyên xwe bigirin serî li dozgeriyê da. Lê ji ber biryara Daîreya 10'emîn a Şewira Dewletê biryar da, Wezareta Dadê îtiraz kir. Lijneya Daîreyên Dozan a Şewira Dewletê, destnîşan kir ku li gorî Hêjmara 29586'an a Rojnameya Fermî ya 7'ê Çileya 2016'an; guhertinên der barê rêvebirnameya Saziya Tipa Edlî de ji aliyê Wezareda Darê ve ji holê hatiye rakirin. Di serlêdana îtîrazê ya Wezareta Dadê li Daîreya Şewira Dewletê kir de wiha hat bersivandin: "Li gorî zagona hêjmar 2659'an erka guhertinê ya Wezareta Dadê xizmeta saziya tipa edlî pêk bîne ye." Îtîraza Wezareta Dadê ya duyemin jî bi hinceta "Ev guhertin ne di erka wezaretê de ye. li gorî xala 17'an a Saziya Tipa Edlî ya zagona 2659'an erka girtina cenaze û definkirinê ne aydî Wezareta Dadê ye.

'EV PÊKANÎN LI DIJÎ HIQÎQÊ YE'

Prz. Nuray Ozdogan, anî ziman ku dema ev guhertin pêk hat Wezareta Dadê hiqûq ji holê rakir û ev guhertinên bi vî rengî li dijî hiqûqê ketin meriyetê. Ozdogan, ani ziman ku erka wezarta tenduristiyê ji aliyê Wezareta Dadê ve tê kirin û Wezareta Dadê, wê demê kar û barê definkirina cenaze tev binpê kir û mafê definkirina cenaze ji destê malbatê girt. Bi vî rengî mafê torena cenaze jî ji destê malbatê hat girtin û ev mafê torena cenaze hat binpêkirin. Ev guhertin li dijî hiqûqa cenaze ye û bi temamî ev hiqûq hatiye binpêkirin.