Endamên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin

ŞENGAL - Endamên komên DAIŞ'ê, êrîşî gundên Skînê û Hayalê yên Şengalê dikin. Herdu gund ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve di pêngava 'Hilanîna Tola Jinên Êzidî' de hatibûn rizgarkirin. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê jî bersiv da êrîşê û şer didome.

Endamên komên DAIŞ'ê saet di 00:00 de ji gundê Tewra, ku bi 8 kîlometreyan dûrî gundên Skînê û Hayalê ne, bi çekên giran, wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundên Skînê û Hayalê kirin. Piştî êrîşan şervanên YBŞ û YJŞ'ê jî di cih de bersiveke tund dan êrîşa DAIŞ'ê û şer derket. Şerê dijwar ê li vê derê hê jî dewam dike.