ENQERE - Li Girtîgeha Sîncanê grva birçîbûnê ya ku girtiyên ji bo balê bikişînin li ser şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 27'emîn de ye.
Li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê 7 girtiyên jin bi daxwaza "rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina dorpêça li bajarên Kurdistanê" greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dane destpêkirin di roja 27'emîn de ye. Li ser navê girtiyên di grevê de ne Sosin Şengul di daxuyaniya ku da de wiha got: "Ev girtiyên jin ên kurd li hemberî şewitandina mirovan li gundên xwe, bi guleyan qetilkirina wan, şewitandina malên wan û Cizîr û Sûrekî din bêjiyahkirin bêdeng nemînin. Em bi gelê xwe ve li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê ji bo mu sûcên şer ên li Kurdistanê ji holê rabin di serî de gundê Xerabê Bava dorpêça li hemû Kurdistanê bê rakirin, ewlehiya canê gel pêk bê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin em ketine greva birçîbûnê.
Çalakiya me tenê ji bo qatlîamên dewleta AKP'ê bersiv nîne di heman demê de ji bo ku hêzên demokratîk, jin li dijî qirkirinan dengê xwe bilind bikin bangawaziyek e. Nisêbîn Kurdistan e, Tirkiye ye. Em ji bo gelê xwe yê serî li hemberî faşîzma AKP'ê natewîne hemû astengiyan derbas bikin.
Divê neyê jibîrkirin ku ji ber ku li Sûr û Cizîrê bêdengî çêbû îro qatlîamên nû tên kirin. Îro qatlîmana temaşekirin dê ji qatlîamên mezintir re rê vete. Nesekinin bikevin tevgerê."
Girtiyên ku bi daxwaznameyê serî li Wezareta Dadê dan û ketin greva birçîbûnê ev in: Rihan Kavak, Şivkar Ateş, Leyla Uyanik, Jiyan Ateş, Sosin Şengul, Fatma Gokhan û Nîlufer Şahîn.
Li gorî agahiya ji parêzeran hatiye girtin jinên ku di greva birçîbûnê de ne her yek ji wan 5 kîlo windakirine. Hate hînbûn ku li şûna bijîşkan xebatkarên tenduristiyê bi girtiyan re eleqedar dibin.