ÎZMÎR - Rojnameger Tayfun Talîpoglu li mala xwe ya Îzmîrê nexweş ket û piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger Tayfun Talîpoglu li mala xwe ya Îzmîrê bi şev saet di 01,00'an de nexweş ket û piştî rakirin nexweşxaneyê. Talîpoglu yê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Katîp Çelebî ligel hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Sedema mirina Talîpoglu nehat hînbûn û dê di encama otopsiyê de diyar bibe.
TALÎPOGLU KÎ YE?
Tayfun Talîpoglu yê di 1962'yan de li Qersê ji dayik bû, ji Zanîngeha Enqereyê mezûn bû. Ji ber fikrên xwe yên siyasî piştî ku ji zanîngehê mezun bû ew nekirin qaymeqam. Talîpoglu di vî navberê de li kargoyê xebitî, li salonên dawtan solîstê orkestrayê û hwd. gelek kar kir. Talîpoglu di rojnameya Mîlliyetê de nûçegihanî kir, piştre Star1, ATV'ê xebitî. Di 1995'an de ewil di ATV'ê de piştî 1999'an jî di NTV'ê de bernameya Bamtelî amade kir û pêşkêş kir. Talîpoglu di rojnameyên Tamvîm, Yenî Yuzyil û Cumhuriyetê de jî qunciknivîskarî kir.